Saziyên maf û hiqûqê û 10 baro bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin û gotin: “Tirkiye biryarên binpêkirina derbarê dosyayên ‘Ocalan 2, Kaytan’, ‘Gurban’ û ‘Boltan’ de bi cih neanî. Divê komîte ‘mafê hêviyê di civînan de bîne rojeva xwe.”
Gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqê û 10 baroyên bakurê Kurdistanê, berî civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ya dê di 9, 10 û 11ê Hezîranê de pêk were, danezek ji komîteyê re şandin. Danezan ji bo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê dosyayên “Ocalan 2”, “Hayatî Kaytan”, “Emîn Gurban” û “Civan Boltan” de pêk werin, hate şandin.
Di danezanê de biryarên komîteyê yên berê cih girt. Di Îlona 2025an de Komîteyê ji Tirkiyeyê mekanîzmayek xwest û got ku “reformên şênber ên qanûnî divê teqwîm pêşkeş bike.” Komîteyê di berdewamiya rewşa heyî de jî endîşeyên xwe anîbû ziman.
‘Nêzîkbûna Tirkiyeyê bersiv nade pirsgirêkan’
Di danezanê de hate diyarkirin ku Tirkiye biryarên “binpêkirinê” yên DMMEyê pêk neaniye û wiha hate gotin: “Desthilat kesên ku cezayê heta heta ji wan re biriye, derveyî kategoriyên berdana bi şert dihêle û vê jî qebûl dike. Qebûlkirina qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert ji aliyê Tirkiyeyê ve û danasîna wan weke sepanek ‘awarte’ û ‘teng’, bi tespîtên ku di biryara Ocalan (2) ya DMME de hatine kirin, li dijî hev in. Tirkiye pergala giştî ya berdana bi şert vedibêje, lê ji bo komên girtiyan ên ku di nav vê ‘îstîsnayê’ de ne, nebûna mekanîzmayekê ya vekolînê nirxandina xwe nake. Ev nêzîkbûn bersivek rasterast nade pirsgirêkên ku DMMEyê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) tespît kirine.”
‘Di rapora Meclîsê de mafê hêviyê rasterast nehatiye bicihkirin’
Di danezanê de hate eşkerekirin ku di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de li Meclîsê komîsyonek hat avakirin û raporek hevpar hate amadekirin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku di rapora hevpar de hatibû diyarkirin ku divê biryarên DMMEyê û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) werin bicihanîn û ev yek hate gotin: “Di raporê de jî tê xuyakirin ku pêyva ‘mafê hêviyê’ bi awayekî rasterast nehatiye cihkirin û gotin. Ji bo girtiyên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, tu modela mekanîzmayekê ya vekolînê ya bikêrhatî jî nehatiye pêşniyarkirin. Ev yek nîşan dide ku ji vê pirsgirêkê dûrketin çêbûye.”
‘Binpêkirin berdewam dike’
Her wiha di danezanê de hat diyarkirin ku di rewşa heyî de çarçoveya qanûnî nehatiye guhertin, tu mekanîzmayek vekolînê tune ye û nîqaşên heyî nehatiye veguhertin, ji ber vê yekê binpêkirin hem di asta şexsî de hem jî di asta binyadî de berdewam dike.
Pêşniyarên saziyên hiqûqê û baroyan ev in:
* Divê komîte ji bo pêkanîna biryarên Ocalan (2), Gurban, Kaytan û Boltan li dijî Tirkiyeyê bi awayekî çalaktir û bi bandortir tevbigere.
* Biryara yekem di Adara sala 2014an de hatiye dayîn, ku daxwazkar ji mafê hêviyê hatine mehrûmkirin û bi dehsalan e di zindanê de tên girtin. Her wiha ku bi sedan girtiyên din jî ji vê rejîma infazê ya li dijî peymanê bandor dibin û divê dosyaya vê komê bikeve rojeva civînên asayî yên Komîteyê yên mafên mirovan.
* Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê di çarçoveya “Reykjavik Principles for Democracy” de derbarê pêkanîna biryaran de bi muxatabên neteweyî yên têkildar re diyaloga xwe ya siyasî bihêztir bike û ji rayedarên Tirkiyeyê re nameyek binivîse.
* Li gorî prensîbên ku di biryarên DMMEyê de hatine diyarkirin, di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de bêyî cûdakariyê, hukmên ku ji bo hin cureyên sûcan, qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert pêk tînin werin rakirin û ji Tirkiyeyê were xwestin ku tedbîrên giştî yên ku guhertina qanûnên bingehê binpêkirinê pêk tînin bigire. Doza Gurban group of cases v. Tirkiye di çarçoveya prosedûra çavdêriya bihêztir de bimîne.
* Ji bo ku biryarên DMMEyê yên derbarê rejîma infaza heyî de tevahî biryar werin pêkanîn, hem ku di Qanûna Înfazê ya hejmara 5275an de û hem jî yên ku di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya hejmara 5237an de cih digirin û li jor hatine diyarkirin, di çarçoveya pêvajoya muzakereya demokratîk a ku niha li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin de bi reformên qanûnî yên pêwîst re, rasterast bi standardên mafên mirovan ve girêdayî ne
Saziyên hiqûqê û baroyên ku danezan îmze kirine ev in:
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê de (CÎSST), Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Îdirê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.













