Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku civak li benda çêkirina qanûnan e û got: “Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin û qanûnên pêwîst bên çêkirin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezai Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya karkerên madenê yên Dorukê û bi lêv kir ku karker li bendê ne ku mafên wan pêk were û wezaretên soz dabû karkerên madenê lê soza xwe pêk neaniye û xwest mafê karkeran demildest were bicihanîn.
Sezaî Temelî anî ziman ku rejîma Îranê li dijî Kurd û gelên Îranê bi sepanên darvekirinê mafên mirovan binpê dike û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku pêşî li darvekirinan bigirin.
‘Krîza avhewayê zêde dibe’
Sezaî Temellî diyar kir ku krîza avhewayê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike û got: “Tirkiye bi gaza serayê krîza avhewayê kûrtir dike. Li Tirkiyeyê xetereya ber bi çolbûnê ve her ku diçe mezintir dibe. Lê divê tevî ku Tirkiye pêşî li vê yekê bigire jî bi qanûnên axê pêşî li şewat û krîzê vêdike. Her wiha tevî ku li Tirkiyeyê birçîbûn her ku diçe zêdetir dibe jî li şûna ku desthilat pêşî li vê bigire û piştgiriya cotkaran bike cihên çandiniyê jî tune dike û dike beton. Tevî van pirsgirêkan jî Tirkiye xwe ji KOP 31ê (Lutkeya Avhewaye) re amade dike.”
Pêşniyarqanûna ji bo Heyva Sor
Sezaî Temellî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêşniyar qanûnên li Meclîsê û wiha got: “Pêşniyarên muxalefetê her tim paşguh dikin. Îro jî dê ji bo Heyva Sor bêtir bikaribe konan bifiroşe li ser pêşniyar qanûnan bixebitin. Heyva Sor bûye saziyeke bazirganiyê. Me di erdhejê de jî dît. Piştî erdhejê çend seatan kes neçû alîkariyê û bi hezaran kes ji ber alîkarî negiheşt wan jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor jî piştre çû kon firotin. Tevî vê rezîltiyê jî niha ji bo peywîra Heyva Sor bêtir fireh bibe li ser pêşniyarqanûnê dixebitin.”
Pakêta 12emîn a Darazê
Sezai Temellî destnîşan kir ku enflasyon bi ser ji sedî 40î re ye û wiha pê de çû: “Krîza aborî her ku diçe mezin dibe. Birçîbûn û xîzanî zêdetir dibe. Welatî ji ber betaliyê nikarin debara xwe bikin. Sermayedar mezin dibin lê qirkirina xwezayê, kêdxwarî û birçîbûn jî zêde dibin. Welatî edaletê dixwazin. Ji bo wê jî bendewariya gel ji Meclîsê heye. Li Meclîsê jî pakêta 12emîn a darazê dê were nîqaşkirin. Lê di wir de jî tu tiştekî ku ji bo bendewariyên gel bin û daxwaza wan bibersivîne tune ye. Bendewariya gel pêkhatina mafê hêviyê bû. Berdana girtiyên nexweş bû. Lê şûna ku ji van bendewariyan re bibin bersiv hewl didin mafên nafaka ya jinan jî desteser bikin û ceza bidin zarokan. Her ku pakêteke edaletê derdixînin bêedaletî zêdetir dibe. Ji bo wê jî divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.”
‘Civak li benda çêkirina qanûnan e’
Sezaî Temelî anî ziman ku divê qanûnên taybet demildest bên çêkirin û wiha got: “Divê desthilat demildest gavên pêwîst biavêje. Civak li benda çêkirina van qanûnan e. Ji ber ku sedema van krîzên aborî û edaletê jî pirsgirêka Kurd e. Divê ji bo wê jî demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin û qanûnên pêwîst bên çêkirin. Lê tevî ku em li benda van gavavêtina ne jî ji aliyê din vê bi mudaxileya li dijî CHPê krîza siyasî kûrtir dikin. Bi rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê ev krîza siyasetê dest pê kir û niha jî didome. Divê CHPê çareseriyeke di nav xwe de peyda bike. Bingeha pirsgirêka demokrasiyê pirsgirêka Kurd e. Ji bo wê jî divê desthilat micid nêzî meseleyê bibe. Gelek kes dixwazin biçin Girava Îmraliyê û serdana birêz Ocalan bikin. Divê qanalên hevdîtina bi birêz Ocalan re jî zêde bibin.”
Sezai Temelli di dawiya axaftina xwe de ragihand ku dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê “Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîkbûyîna Komarê” were lidarxistin û got ku ev konferans dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike.
Sezaî Temellî li ser pirsên rojnamegeran diyar kir ku piştî civîna wan a Desteya Rêveberiya Navendî ew dê plansaziya siberojê bikin û got ku ji bo pêkanîna aştiyê hewcehî bi qanûnan heye û divê demildest qanûn bên çêkirin.













