• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

Gulîzar Turkoz / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 12:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê Rojda Nazlier, derbarê Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de diyar kir ku armanca konferansê nirxandina xebatên du salên dawî û amadekirina nexşerêya 3 salên bê ye û wiha got: “Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin.”

Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekheviyê û Demokrasê ya Gelan (DEM Partiyê) li Wan, Mûş, Sêrt, Mêrdîn, Riha, Amed û Stenbolê konferansên Rêveberiyên Herêmî li dar xistin. DEM Partî dê konferansa Rêveberiyên Herêmî ya navendî jî di navbera 6 û 9ê Hezîranê de li Amedê li dar bixe. Konferansa ku dê 4 rojan berdewam bike dê sibê li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike. Di 6 û 7ê Hezîranê de dê bi dirûşma “Bi Îradeya Jinan Komunan Ava Dikin, Bi Rêveberiyên Herêmî Civakek Azad Ava Dikin” Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk bê lidarxistin. Hevserokên DEM Partiyê, TJA, Meclîsa DEM Partiyê, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan ku wekî delege hatine hilbijartin dê beşdarî konferansê bibin.

Endama Lijneya Jinan a Rêveriyên Herêmî ya Navendî ya DEM Partiyê Rojda Nazlier têkildarî konferansê ji ajansa me re axivî.

‘Xebatên du salan dê werin nirxandin’

Rojda Nazlier di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku beriya konferansa navendî, li 7 bajaran konferansên xwecihî hatin lidarxistin. Rojda Nazlier destnîşan kir ku di van konferansan de xebatên ku di du salên dawî de bi şaredariyan re hatine meşandin, hatine nirxandin, rexne û pêşnîyar hatine parvekirin û wiha got: “Di 6 û 7ê Hezîranê de em ê konferansa xwe ya navendî li Amedê li dar bixin. Di vê konferansê de em ê xebatên du salan binirxînin. Piştî konferansê jî em ê plansazî û nexşeyarêya 3 salan amade bikin.”

‘Xebatên jinan bê navber berdewam dikin’

Nazlier bal kişand ser siyaseta qeyûman a ku di 10 salên dawî de li Kurdistanê hatiye meşandin û destnîşan kir ku di dema qeyûman de kar û xebatên jinan hatine astengkirin û xespkirin.

Endama Lijneya Jinan a Rêveriyên Heremî a Navendî ya DEM Partiyê Rojda Nazlier bi lêv kir ku piştî şaredarî careke din bi dest xistine, xebatên jinan jî ji nû ve dest pê kirin û wiha pê de çû: “Em dizanin ku xebatên me hîn têrê nakin lê asta ku em îro gihiştine girîng e. Tevî zor û zehmetiyan em xebatên jinan didomînin. Di nav sazî û navendên jinan de gelekî çalakî tên meşandin û xebatên me bênavber berdewam dikin.”

‘Îktîdar jinan wek metirsî dibîne’

Di axaftina xwe de Rojda Nazlier anî ziman ku desthilat li dijî xebatên jinan rawestiyaye û wiha domand: “Desthilat naxwaze ji bo jinan xebat bên kirin. Jinan wekî metirsiyekê dibîne û dixwaze astengiyan biafirîne. Lê tevî van şert û mercan jî em xebatên xwe didomînin.”

‘Di 4 rojan de plansaziya demeke nû dê were çêkirin’

Nazlier derheqê bernameya konferansê de jî ev tişt vegot: “Bernameya ku dê 4 rojan berdewam bike, du roj tenê dê bi beşdariya jinan berdewam bike û du rojên paşîn jî dê bi awayekî giştî were domandin. Di konferansê de xebatên ku heta niha hatine kirin dê bên nirxandin, kêmasî bên tesbîtkirin û plansazîya demeke nû were çêkirin.”

‘Em ê biryarên xwe bi gel re bidin’

Her wiha Rojda Nazlier bal kişand ser peyama bingehîn a konferansê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Peyama me ew e ku di karên şaredariyê û rêveberiya xwecihî de gel beşdar bibe. Em dixwazin bi gel re biryarên xwe bidin û kar û xebatên xwe bi gel re bi rê ve bibin. Armanca me xurtkirina şaredariya gel û şaredariya civakî ye. Em dixwazin bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin.”

Etîket: Rêveberiya HerêmîRojda Nazlier
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

12 KANÛN 2025
‘Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’

‘Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’

26 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya ‘Konferansa Veguherîna Komarê’ eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (119)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne