Ji bo Deriyê Sînor ê Nisêbînê û Qamişlo were vekirin amadekarî tên kirin û tê gotin ku hefteya pêşiya me dê derî were vekirin.
Deriyê Sînor ê di navbera navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û bajarê Qamişlo yê Rojava de tê vekirin. Li gor nûçeya ANHAyê ku dispêre çavkaniyên xwe ji bo vekirina deriyê sînor amadekarî tên kirin û di hefteya pêşiya me de derî dê were vekirin.
Ji aliyê din ve beriya çend rojan rayedarên dewleta Tirk jî ragihandibûn ku ji bo vekirina deriyê sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve tu pirsgirêk tune ye û ew li bendê ne ku aliyê Sûriye biryara vekirinê bide.









