Sureyya Bulut ku 32 sal in girtîbû û girtiya nexweş Dîlek Oz jî ku ev 32 sal bûn girtîbû, ji Girtîgeha Bakirkoyê hatin berdan. Sureyya Bulut destnîşan kir ku azadiya wan nîvco ye û got: “Ji ber ku hê jî Serokê me di girtîgehê de ye.” Dîlek Oz jî got: “Em ê bi ser Serokê xwe re li ser sûrên Amedê govendê bigerînin.”
Girtiya azadiyê Sureyya Bulut a ku 32 sal in girtîbû û girtiya azadiyê ya nexweş Dîlek Oz jî ku ev 32 sal bûn girtîbû, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin berdan û gihîştin azadiya xwe. Berdana Sureyya Bulut û Dîlek Oz ev 2 sal bûn dihat taloqkirin û Dîlek Oz di lîsteya nexweş a ÎHDê de cih digirt.
Sureyya Bulut û Dîlek Oz ji aliyê malbatên xwe, rêveberên Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBPê û gelek kesan ve bi kulîlkan, tîlîliyan û berzkirina dirûşman hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” berz kir.

Piştî Sureyya Bulut û Dîlek Oz ji girtîgehê derketin, kevokan firandin û li pêşiya girtîgehê axivîn.
‘Azadiya me nîvco ye, ji ber ku Serokê me hê girtî ye’
Ewilî Sureyya Bulut axivî. Sureyya Bulut destnîşan kir ku piştî salên dirêj ew derketin û wiha got: “Li aliyekî em bi kelecan in li aliyekî din jî em xemgîn in. Bi hezaran hevalên me hê di girtîgehan de ne. Azadiya me nîvco ye, ji ber ku Serokê me hê di girtîgehê de ye. Gelê me mafê xwe bi dest nexistiye. Ji bona wê heke em li derve bin jî em nikarin bibêjin em azad in. Salên dirêj in em di girtîgehê de ne. Pergal ji bo ku têkoşîna me qels bike gelek tiştan kir. Lê ev heqîqet gelê me bi ruhekî ava kiriye. Piştî 32 salan em bi heman ruh û kelecanî li derve ne. Me dizanibû em kengê derkevin wê gelê me, me hembêz û pêşwazî bike. Pêvajoya îro gelek girîng e, berpirsiyarî dixe ser milê me her kesî. Em ê li gorî wê tevbigerin. Em ê civakek demokratîk û komunal ava bikin. Bi vê kelecanê em derketin.”
‘Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin’
Dîlek Oz jî diyar kir ku ev du sal in girtîgeh ji wan dipirse “hûn poşman in” û wiha axivî: “Lê me got me tu tişt nekiriye ku em poşman bin. 32 derbas bûn, em ciwan ketin girtîgehê û em ciwan derketin. Ez weke jineke Kurd serbilind im ku bi awayekî serbilind ji girtîgehê derketim. Silavên hevalên me hebû, gotinên me gotinên wan in. Ji vir silav dişînim ji Serok Apo re, em hêvî dikin ku ew ê jî were û em ê herin ser sûrên Amedê govendê bigerînin.”
Paşê Sureyya Bulut û Dîlek Oz li gel girseyê derbasî avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Bahçelîevlerê bûn.























