Çiyayê Volkanîk ê Fuego yê li Guatemalayê ku yek ji volkanên herî çalak ên Amerîkaya Navîn e, careke din teqiya. Ji ber bilindbûna dûman û xweliya volkanîk hişyarî ji bo şêniyên herêmê hate dayîn.
Li welatê Amerîkaya Navîn Guatemalayê, teqîna volkanan dewam dike. Çiyayê Volkanîk yê Fuego ku li başûrê rojavayê paytexta welêt cih digire, careke din kete nava tevgerê û teqiya. Li gorî agahî û dîmenên destpêkê yên ji herêmê hatin belavkirin, piştî teqînê ji devê çiyê ewrên xweliyê, lavên germ û dûmaneke reş a bi hezaran metre bi asîman ve bilind bûn.
Hişyariya barîna xweliyê
Ji ber teqînê, metirsî li ser gund û wargehên li quntar û derdora volkanê çêbûye. Tê payîn ku bayê li herêmê, xweliya volkanîk ber bi cihên niştecihbûnê ve bibe. Saziyên peywendîdar û tîmên parastina sivîl, ji bo şêniyan hişyariya ewlehiyê dan û xwestin ku li dijî barîna xweliyê û gazên volkanîk eger ne pêwîst be ji malên xwe dernekevin û tedbîrên xwe bigirin.
Di 2018an de 200 kes miribûn
Çiyayê Volkanî yê Fuego ne tenê li Amerîkaya Navîn, di heman demê de li seranserê cîhanê yek ji volkanên herî çalak tê qebûlkirin. Di dîroka nêz de, bi taybetî di meha Hezîrana sala 2018an de teqîneke gelekî mezin pêk hatibû. Di encama wê teqînê de ku herikîna lav û heriyê gundên derdorê dabûn ber xwe, nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran kes jî neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin.












