Mîhrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê di roja xwe ya 3yan de bi atolyeyên ku ji aliyê jinan ve hatin organîzekirin, berdewam kir. Mîhrîcan dê bi konsera Jinên Wanê ya di saet 17.00an de bê dayîn, bi dawî bibe.
Li Wanê “Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê” ku ji aliyê 12 şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyên Wanê ve bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê tê organîzekirin û di 12yê hezîranê de destpêkiribû, di roja sêyan û dawî de didome. Li qada mîhrîcanê pankartên wekî ‘Jin jiyan azadî’, ‘Keda jinan pîroz e’, ‘Jin bi ked û xebata xwe pêşerojê ava dikin’ û ‘Keda jinan neyê veşartin’ hatin daliqandin. Di roja dawî ya mîhrîcanê de ji aliyê Aryen Komê ve atolyeya ‘Çapa Linor’ û ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jineolojiyê ve jî atolyeya ‘Şîfageriyê’ hat lidarxistin.
35 stand hatin vekirin
Di mîhrîcana ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da de, 35 standên ku tê de berhemên hunera destan, xwarinên herêmî, pêşangeha şêwekarî, standên agahdarkirinê yên li dijî tundiya li ser jinan û bi taybetî pirtûkên jineolojî û yên jinan cih digirtin, hatin vekirin.
Mîhrîcan dê bi konsera Jinên Wanê ya di saet 17.00an de bê dayîn, bi dawî bibe.














