WAN – Jinên ku tev li ‘Mîhrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê’ bûne, dan zanîn ku keda wan hertim hatiye berzekirin û anîn ziman ku mîhrîcan hevgirtina jinan xurt dike.
Li Wanê bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan ên DEM Partiyê ‘Mîhrîcana Keda Jinan ya Berhemdariyê’ tê lidarxistin. Mîhrîcan îro di roja duyemîn de ye û wê sibê jî bidome. Armanca mîhrîcanê nîşandana berhem û keda jinan e û dixwazin li ser standên hatine vekirin jin hev nas bikin. Jinên ku tev li mîhrîcanê bûne bal kişandin ser rola jinan a di civakê de û ji bo mîhrîcanê jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
‘Armanc avakirina jiyana komîn e’
Mizgîn Avras destnişan kir ku armanca mîhrîcanê avakirina komînekî ya li ser keda jinan e û da zanîn ku keda jinan di nava civakê de nayê dîtin.
Mizgîn Avras diyar kir ku sedema vê yekê hişmendiya mêrsalar e û wiha got: “Me jî xwest di vê mîhrîcanê de bi keda xwe, li ser esasê jiyaneke hevpar û felsefeyeke komîn em bên cemhev û jiyaneke nû bidin empozekirin. Armanca sereke nîşandana keda jinan e û em dixwazin li her derî li gundan, bajaran jiyanek komîn ava bikin.”
‘Divê jin bibin kom’
Gulşen Canan bal kişand ser kelecana jinan a di mîhrîcanê de û kêfxweşiyên xwe anî ziman.
Gulşen Canan da zanîn ku jin di civakê de kedeke gelek mezin didin û ev tişt anî ziman: “Lê belê keda jinan qet nayê ditîn. Lewma niha gelek jin li vir keda destê xwe nîşan didin. Jin gelek zorî û zehmetiyan dibînin, lê tevî vê yekê jî li vir kom bûne û berhemên xwe nîşan didin. Ev cihê kêfxweşiyê ye û kelecana jinan jî diyar e. Divê jin li dijî hemû pêkhateyên li ser wan tê ferzkirin bibin kom, tenê wisa dikarin xwe biparêzin.”
‘Ji bo jinan kargehan vekin’

Zulayha Bor destnîşan kir ku ew ji bo keda jinan ber bi çav bikin tev li mîhrîcanê bûne û wiha axivî: “Em îro ji bo keda jinan li vê derê ne. Em bi dest berikan, xurcan, çanteyan çêdikin. Ev ji heft saliya xwe ve ez çêdikim û dayika min ez hîn kirim. Divê ji bo jin van karên dîrokî berdewam bikin kargeh û atolye bên vekirin.”
‘Jin berxwadan e’
Jina bi navê Xatem Ayaz jî bal kişand ser keda jinan û da zanîn jin dayik, heval û berxwedan e.
‘Em li vir piştgiriya hev dikin’
Edîbe Babûr jî bal kişand ser armanca mîhrîcanê û ev yek anî ziman: “Îro em ji bo keda jinan li vir civiyan e. Rastê keda jinan bi salan e berze ye. Ji ber vê yekê me got bi vê mîhrîcanê em keda jinan derxin pêş. Jinan berhemên xwe li ser standan nîşan didin û dijiroşin. Jin aboriya xwe bi keda destê xwe derdixîn. Jin her tim kedkar in, lê keda wan her tê berzekirin û binpêkirin. Keda jinan ji bo zilam dibe mal û armanca me derxistina rastiyê ye. Em li vir piştgiriya hev dikin.”







