Derbarê êrîşên nîjadperestiyê de Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku kampus qadên zanistê ne ne yê tundiyê ne û dê heta dawî piştgirî bidin xwendekarên Kurd.
Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, li Fakulteya Hiqûqê xwendekarên Kurd di 8ê Hezîranê de ji aliyê komeke ku xwe wekî ‘Tevgera Ulkucu’ bi nav dike ve rastî êrişeke nîjadperest hatin.
Derbarê êrîşên nîjadperestiyê de Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî daxuyanî da.
Daxuyanî ji hêla endamê TEV-KOMê Harun Tokyay ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku du xwendekarên Kurd tenê ji ber nasnameyên xwe yên neteweyî rastî êrişên nîjadperest hatine û ev tişt hat gotin: “Ev êrîşa ku destwerdaneke eşkere ya li ser mafê perwerdehiyê ye, piştî bûyerê jî bi gef û zextên li ser xwendekaran berdewam dike. Divê were zanîn ku ev êrîşên li Zanîngeha Enqereyê yên li ser xwendekarên Kurd tên kirin, ji gotar û êrîşên din ên ku van demên dawî gelê Kurd dikin hedef, ne serbixwe ne. Di nava kampusên zanîngehan de rûbirûkirina xwendekarên Kurd bi êrîşên fîzîkî û polîtîkayên ku nasname, ziman û kultura Kurdî dikin hedef, berhemên heman hişmendiya faşîst in. Her wiha, krîmînalîzekirin û binpêkirina xebatên ziman, kultur û hunera Kurdî yên li zanîngehan ku dibin qurbanê polîtîkayên zextê, û gotarên Rahmi Koç ên di rojên borî de ku di bin navê henekê de jinên Kurd bi tîpên biçûkxistinê kirin hedef û encama hişmendiyeke faşîst in, ne çalakiyên yekbûyî (mûnferît) ne.”
Gotinên zayendperest ên Rahmî Koç

TEV-KOMê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gotinên zayendperest ên Rahîm Koç ku jinên Kurd kiribû hedef û ev nirxandin kir: “Di navbera gotarên zayendperest û nîjadperest ên ku jinên Kurd dikin hedef û êrîşên fîzîkî yên li ser xwendekarên Kurd de, têkiliyeke rasterast heye. Çimkî zimanê nefretê cudakariyê, cudakarî jî şîdetê xwedî dike. Berdewamiya van tiştan bi şêwazekî sîstematîk, bingeha êrîşên ku diqewimin ava dike.
Gotara li ser ‘jinên Kurd’ ku di demeke nêz de di vekirina nexweşxaneyekê de ji aliyê Rahmî Koç ve hatibû gotin û di nava raya giştî de bû sedema berteke mezin, yek ji mînakên herî rojane yên vê hişmendiyê ye. Ev nêzîkatiya ku jinên Kurd bi stereotipên biçûkxistinê dike hedef, ne tenê şaşbûneke zimanî ya kesane ye; berovajî wê, nîşaneya hişmendiyeke kûr e ku nasnameya Kurdî û hebûna civakî ya jinên Kurd bêrûmet dike. Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de, hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê, rûbirûyî cudakariyeke piralî hatine hiştin.”
Kampus qadên zanistê ne

Daxuyaniya TEV-KOMê bi vî rengî bi dawî bû: “Em wek TEV-KOMê, li cem hemû xwendekarên xwe yên ku mafê wan ê perwerdehiyê û ewlehiya wan di rîskê de ye, cih digirin. Kampus Qadên Zanistê Ne, Ne Qadên Şîdetê Ne: Zanîngeh, bi azadiya ramanê û piralîbûnê dijîn. Em rê nadin ku ev qadên akademîk ji aliyê çeteyan ve werin dorpêçkirin. Paşeroja me bi tirsandinê nayê desteserkirin. Li dijî hemû gotar, polîtîkayên zextê û êrîşên ku gelê Kurd, jinên Kurd, xwendekaran û hemû mafên me yên demokratîk dikin hedef; em ê têkoşîna xwe di her astê de bidomînin daku mafên xwe yên hiqûqî û rewa biparêzin.
Berpirsiyarî Li Ser Rêveberiya Zanîngehê Ye: Ewlehiya canî ya xwendekaran, rasterast di bin berpirsiyariya rêveberiya zanîngehê û saziyên hiqûqî de ye. Li dijî kesên ku mafê jiyan û perwerdehiyê asteng dikin, divê tavilê gavên ber bi çav û hiqûqî werin avêtin. Bêdengmayîn an jî xemsarî, amadekirina zemînê ji bo sûcên nû ye.
Em bang li hemû saziyên sivîl, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û xwendekaran dikin ku li dijî vê zextê dengê xwe bilind bikin. Li dijî polîtîkayên ku xwendekaran ji ber nasnameya wan dikin hedef, rêya herî bi nirx, mezinbûna piştgiriya demokratîk e.
Zext û astengkirin; nikarin daxwaza me ya perwerdehiya azad, wekhev û birûmet paşve bixin.”












