Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê kongreya xwe ya asayî li dar xist û Yilmaz Yildirimci û Gulbahar Gunduz hevserokên bajêr hatin hilbijartin. Di kongreyê de peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.
3yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partiyê ya Enqereyê li Navenda Çand û Perwerdehiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya navçeya Çankaya hat lidarxistin. Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endam û nûnerên DEM Partiyê yên bajûr û navçeyan, rêxistinên civakî û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di eywana kongreyê pankartên li ser “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxistin dikin”, “Ji bo aştiyeke rûmet pêwîste sosylizim hebe, ji bo sosyalîzmê pêwîste rêxistin hebe” û “Dema jinan vîna jinan” dinivîsî hatin daliqandin.
Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên aştî û demokrasiyê dest pê kir. Pişti axaftina diwanê sînevîzyon hat temaşekirin. Hevberdevka DEM Patiyê ya Meclisa Jinan Nebahat Çalpan û rêveberê rêxistina DEM Patiyê ya Enqereyê Umut Kocabiyik axivîn. di axaftinan de li ser xeta DEM Partiyê ya ekolojîk, demokratîk û wekheviyê rawestiyan û anîn ziman ku ew ê têkoşînê mezintir bikin.
‘Ya mayînde têkoşîn e’
Pişre Hevserokê DEM Patiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat axivî û got:”Peywîr te û diçê ya mayînde girêdana têkoşînê ye. Yên ku em hetan îro bi hev re têkoşiyane silav dikim.”
‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’
Pişre berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî got:” Enqere bûbû navenda yekrengî û yekdengiyê, navenda ku dixwestin wisa bê afirandin. Di heman demê de bajarê berxwedan û bersivdanê ye jî. Enqere her wiha cihê têkoşîna siyasî û civakî ye. Em xewna welatekî dikin ku her kes bi awayekî wekhev û adil bijî. Li welatekî ku Kurd azad nebe tu gel nikare bi awayekî azad bijî. Pirsa ku herî zêde ji me tê pirsîn wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çawa be? Hûn bawerî bi Enqereyê tînin? Em bawerî bi rêxistinkirina xwe tînin. Em hêza girîng a ku dê vê pergalê biguherînin. Ji ber vê yekê kongreya Enqereyê kongreyek girîng e. Li cihê ku rêxistin tune be, behsa têkoşînê nayê kirin. Ji ber vê yekê kongre girîng in. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pêwîst e em xwe rêxistin bikin. Serdema pêş dê serdemek dijwartir be. Em ê aştiyê ava bikin. Heke em bawer bikin, heke em bixwazin, em dikarin bi ser bixin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Nûnerên rêxistinên civakî jî axivîn û soza têkoşîna hevpar dan.
Rêveberiiya nû hat hilbijartin
Piştî xwendina raporên xebat û aboriyê hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de Yilmaz Yildirimci û Gulbahar Gunduz wek hevserokên nû yên DEM Partî ya Enqereyê hatin hilbijartin. Her wiha Serkan Goksu, Burcu Yangin, Tayfun Acar, Elmas Çinar, Ercan Sadik Îpekçî, Sati Hasdemîr, Cesîm Ozlem, Yasemîn Îldan, Îsmaîl Kaya, Mekke Koç, Yakup Yolcu, Yilmaz Adiyaman, Huseyîn Demîrton, Haydar Arslan û Kenan Keskîn jî wek rêveberên nû hatin hilbijartin.
























