Saziyên hiqûqî têkildarî komkujiya li Şemzînanê daxuyaniyek belav kirin û dan zanîn ku Gulşen Gezer ev 13 sal in bi awayekî sîstematîk tundî didît.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Baroya Colemêrgê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê, li ser kuştina Gulşen Gezer, diya wê Habiba Demîr, birayê wê Gurkan Demîr û xwişka wê Denîz Demîr ku ji aliyê çawişê pispor Musa Gezer ê ku pê re zewicî bû, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatin kuştin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyaniyek weşandin.
‘Divê bêcezakirin nebe polîtîkaya dewletê’
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev komkujî ne sûcekî kesane ye, encameke tundiya sîstematîk e ku mafê jiyanê yê jinan hedef digire. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Polîtîkayên bêcezakirinê ku yek ji birînên herî mezin ên pergala hiqûqî ya heyî ye, wêrekiyê dide kujeran û gihîştina mexdûran a ji bo edaletê asteng dike. Ev hişmendiya ku kujer diparêze, tundiyê rewa dike û bi rêya ‘uniformayê’ an jî ‘wezifeyê’ zirxekê ava dike ku dijberê rêgeza serweriya hiqûqê ye. Hiqûq; neçar e ku bibe garantiya daxwaza edaletê ya jinên hatine kuştin, jiyanên hatine bêdengkirin û yên li pey xwe mane. Kuştina jinan polîtîk e û divê bêcezakirin nebe polîtîkaya dewletê. Em wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, şîna kesên ku li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dane parve dikin; em ji raya giştî re radigihînin ku em ê şopdarê hemû pêvajoyên hiqûqî bin.”
Jina ku hat qetilkirin 10 roj berê doza berdanê vekiribû
Baroya Colemêrgê û Şaxa OHDê ya Colemêrgê jî di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku ev komkujî careke din asta hovîtiya ku tundiya li ser jinê, tundiya nav malbatê û tundiya mêr nîşan dide. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gulşen Gezer nêzî 10 roj berê li Stenbolê doza berdanê vekiriye û hatiye cem malbata xwe ya ku li Şemzînanê dijî û wiha hat gotin: “Tê fêmkirin ku di pêvajoya berdanê de, mezinên malbatên her du aliyan nêzî şeş-heft caran hatine cem hev û hewl dane aliyan li hev bînin, di hevdîtina dawî ya ku rojek beriya bûyerê pêk hatiye de jî biryara berdanê teqez bûye. Hevjînê çawişê pispor, sibeya roja din a vê hevdîtinê hatiye mala malbata Gulşen Gezer û êriş pêk aniye.”
13 salan tundî dîtiye
Di berdewamiya daxuyaniyê de binê wê hat xêzkirin ku Gulşen Gezer di dirêjahiya zewaca xwe ya ku nêzî 13 salan dom kiriye de bi awayekî sîstematîk rûbirûyê tundiyê maye û gelek caran hewl daye ji çawişê pispor Musa Gezer veqete, lê ji ber destwerdana mezinên malbatê neçar maye ku dîsa vegere heman jiyanê. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her wiha tê diyarkirin ku çawişê pispor, hêza ku unîforma û navê wî ya erka wî dideyê bikar aniye, Gulşen Gezer tehdît kiriye û di demên cuda de çek lê kişandiye û ew di bin zextê de girtiye. Ewlehiya jinan û civakê ne bi çekên zêdetir, lê bi mekanîzmayên parastinê yên bibandor, polîtîkayên wekheviya zayendî ya civakê û tedbîrên pêşîlêgirtina tundiyê dikare were dabînkirin. Parastina mafê jiyanê, yek ji erkên herî bingehîn ên dewletê ye. Ji ber vê yekê divê ev komkujiya ku qewimiye, di çarçoveya lêpirsîneke serbixwe, bêalî û bibandor de bi her alî ve were ronîkirin; angaştên tundî, tehdît û zextê yên beriya bûyerê werin lêkolînkirin, heke îhmal an jî berpirsyariya kes û saziyan hebe, divê li pêşberî hiqûqê hesab bidin. Em wek Baroya Colemêrgê û Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê, ji raya giştî re bi rêzdarî radigihînin ku em ê şopdarê pêvajoya lêpirsînê bin û ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê û dabînkirina edaletê, em ê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.”















