Amed – Welatiyê bi navê Huseyîn Turan ê 80 salî ku li gundê Nenyasê yê Licê dijî, bal kişand ser rûdanên salên 90î, polîtîkayên zilma dewletê ya li ser gelê Kurd û destnîşan kir ku ew jî weke miletên din ên cîhanê dixwazin bi awayek azad, aştî û bi rûmet li ser axa xwe di nav pergalek demokratîk û bi zimanê xwe bijîn.
Erdheja sala 1975an a bi mezinahiya 6,7 li navçeya Licê ya Amedê çêbû û bû sedema hilweşîna aboriya gundan û destpêkirina qonaxa yekem a koçberiyê. Di salên 1990î de jî bi hincetên ewlehiyê polîtîkayeke sîstematîk a şewitandin û valakirina gundan hate destpêkirin. Ev koçberiya bi darê zorê bû sedema binçavkirin û îşkenceyên giran û hilweşîna bi temamî ya pergala civakî û çandî ya xelkê herêmê. Yek ji van deverên ku herî zêde gund lê hatin şewitandin û valakirin jî Licê ye. Gelek gund bi darê zorê hatin valakirin, şewitandin û cerdevanî li xelkê gundan hate ferzkirin û ev yek bû sedema ku xelk dest ji av û axa xwe berde û koçberî bajaran bibe. Ji ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, niha her kes dixwaze gund û warên wan azad bibe û bi rehetî lê bijîn û biçin û bên.
Huseyîn Turan ê ji gundê Nenyasê ya Licê jî yek ji şahidên bûyerên salên 90î ye. Ew vegeriyaye gundê xwe û qala polîtîkayên zilma dewletê kir.
‘Dewletê xwest pergala me ya jiyanê hilweşîne’
Huseyîn Turan bi hûrgilî behsa jiyana berê ya li gundan kir û anî ziman ku jiyana wan heta erdheja giran a sala 1975an pir baş bûye û birêk û pêk bûye. Huseyîn Turan da zanîn ku di wê demê de aboriya gundiyan bi temamî li ser xwedîkirina heywanan û çandiniyê bûye û her malbatek dikaribû debara xwe bi hêsanî bike. Huseyîn Turan diyar dike ku piştî wê erdhejê û bi taybetî bi destpêkirina zext û tundiya dewletê ya di salên 90î de, pergala wan a aborî û nîzama jiyanê bi temamî xera bû, gundê wan hate dorpêçkirin û di encamê de neçar mane ku warê xwe biterikînin.
‘9 xanî hatin şewitandin’
Huseyîn Turan bal kişand ser rûdanên sala 1993yan ên li Licê û wiha got: “Ez bi taybetî bal dikişînim ser rûdanên salên 1993yan û di wê salê de zextên leşkerî gihîştin asta herî jor û di encama êrişan de nêzî 9 xaniyên gundê me hatin şewitandin û talankirin. Piştî şewitandina gund û malên me, tiştek di destê me de nema û em neçar man ku berê xwe bidin navenda Amedê. Ji ber polîtîkayên koçberkirina hovane, em malbat neçar mane ku di nav şert û mercên giran de ji bo jiyana xwe têbikoşin û li ber xwe bidin.”
14 roj îşkence lê hatiye kirin
Huseyîn Turan zextên ku bi serê wî de hatine jî bi van gotinan anî ziman: “Di meha Remezana sala 1996an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatim girtin û 14 rojan di bin îşkenceyên giran û hovane de mam. Piştî vê pêvajoya giran a binçavkirinê, ez sê meh û nîvan di girtîgehê de mam û gundê me her tim di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de bû, lewma jiyan êdî li wir ji bo me ne mimkûn bû.”
‘Sedema derketina PKKê qedexekirina ziman bû’
Huseyîn Turan sedemên têkoşîna li bakurê Kurdistanê û girtina siyasetmedaran jî nirxand û wiha got: “Yek ji sedemên derketina PKKê ya herî mezin qedexekirina zimanê Kurdî, nebûna derfetên kar, polîtîkayên bişaftinê û zextên sîstematîk ên li ser nasnameya Kurdî bûn. Ji ber van neheqiyan me Kurdan dest bi lêgerîna mafên xwe yên rewa kiriye û li dijî vê zilmê me dengê xwe bilind kiriye. Her wiha girtina neheq a siyasetmedarên Kurd mîna Selahattîn Demîrtaş û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina kesên ku daxwaza maf û azadiyê dikin, biryareke derhiqûqî û siyasî ye.”
‘Daxwaza me avakirina sîstemeke demokratîk e’
Huseyîn Turan di dawiya axaftina xwe de banga mîsogerkirina azadiyê kir û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Mîna hemû gelên azad ên cîhanê em jî dixwazin li ser axa xwe bi azadî, bi rûmet û aştiyane bijîn. Daxwaza me ya herî mezin avakirina pergaleke demokratîk e ku tê de zimanê Kurdî azad be, derfetên kar ji bo her kesî hebin û zarok û neviyên me karibin di siberojek ewle û aram de jiyana xwe bidomînin.”














