Şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji meha Adarê û vir ve diqewime, bûn sedema xisareke giran. Derveyî mirina bi hezaran însanan, xisara şerê li Lûbnanê 1,38 milyon dolarê derbas kir. Li kêleka vê yekê jî ji ber krîza aborî, karesatên xwezayî û hwd. li Yemenê hezar û 183 malbat bê war mane û bi hezaran kes jî neçarî koçberiyê bûne
Li cîhanê bi milyonan însan ji ber krîza aborî, karesatên xwezayî, xizanî û hwd. yan ji birçîna dimirin an bê cih û war dimînin an jî neçarî koçberiyê dibin. Lê li kêleka vê krîza mirovî, Îsraîl û Amerîka di serî de gelek dewletan bi milyon dolaran pere ji bo berjewendiyên xwe didin çek û sîlahan û dibin sedemên van karesatan.
Şerê Îsraîl û Hîzbûllahê
![]()
Di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji destpêka Adarê û vir ve dewam dike, asta xisara ku şer da Lubnanê diyar bû. Li gorî daxuyaniya hevpar a Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (PNUD) û Konseya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî (CNRS) li başûrê welêt 11 hezar û 95 avahî bi temamî hilweşiyan.
Di raporê de hat gotin ku hilweşînê bandorê yekser li 17 hezar û 891 avahiyan kiriye û ji hin aliyan ve xisar li 2 hezar û 242 avahiyan bûye.
Li gorî rapora ‘nirxandina bi lez’ de ku li gorî dîmenên peykê yên navbera dawiya Nîsanê û Cotmeha 2025an hat kirin, xisara madî ya şer nêzî 1,38 milyar dolar (1,2 milyar Euro) ye.
Li gorî rayedarên Lubnanî jî di şer de ji meha Adarê û vir ve herî kêm 4 hezar û 100 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji ber şer zêdeyî milyonek mirovî jî ji neçarî cih û warê xwe terikandine.
Pispor dibêjin piştî bidawîbûna şer, pêvajoya jinûve avabûnê dibe ku bi salan dewam bike û pêwîstî bi alîkariya berfireh a navneteweyî heye.
Li Yemenê hezar û 183 malbat bê war in

Li Yemenê ji ber xirabûna rewşa aborî û karesatên xwezayî ku bûne sedema pêlên nû yên koçberiyê, fikarên ewlehiyê bi taybetî li Marîb, Hudeyde û Taizê ku êrîşên dubare, kêmbûna dahatê û gefên lehiyê bi hezaran malbat neçar kirine ku ji bo lêgerîna cihên bi ewlehî malên xwe biterikînin.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) derbarê rewşa li Yemenê de raportek belav kir û diyar dike ku di navbera 1ê Çile û 20ê Hezîranê de bi giştî hezar û 183 kes ku ji wan 7 hezar û 98 kes koçber bûne, şopandiye.
Li gorî raporê, li Marîbê bi qasî ji sedî 61ê tevahî koçberên nû pêk tîne, pişt re Taiz, dûre Hedramewt, Hudeyde, El-Hec, El-Zalî, El-Cewf, Şebwa û El-Mehra tên. Di nava hefteya borî de, rêxistinê koçberiya 17 malbatan ango 102 kesan tomar kir. Ev rêje li gorî hefteya beriya wê ji sedî 43 kêmtir bûye.
Piraniya Koçberên nû yên li Marîb, Hudeyde û Taizê kom bûn, bi giranî ji ber fikarên ewlehiyê, rewşa aborî û karesatên xwezayî çêbûn.
Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku 11 malbatên din ên koçber li Hudeyde û Marîbê hatine tomar kirin û ev hejmar li hejmara giştî ya kesên koçber ji destpêka salê ve hatine zêdekirin.













