Amerîkayê bi hinceta êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê, hinek xalên di nav xaka Îranê de bombebaran kirin. Îranê jî di çarçoveya mafê bersivdayînê de êrîş bir ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê. Di demekê de ku Donald Trump gefa êrîşên nû dixwe, Îranê diyar kir ku êrîşên Amerîkayê li dijî lihevkirinên navbera her du aliyan e.
Di demekê de ku piştî îmzekirina peymana 18ê Hezîranê ya navbera Amerîka û Îranê, li Swîsreyê çav li encamên gera yekem a gotûbêjên aştiya mayînde dihat girtin; rageşiya navbera her du welatan careke din bilind bû.
Hêzên Supayê Pasdarên Îranê ragihandin ku li gorî peymanê kontrola Tengava Hurmuzê di destê wan de ye û bi hinceta hinek keştî guh nadine qonaxên ewlehiyê yên derbasbûnê, êrîşî wan keştiyan kirin. Piştî vê bûyerê, êrîşên artêşa Amerîkayê yên li ser Îranê dest pê kirin. Îranê bi mîsîlemeyan bersiva baregehên Amerîkayê yên li herêmê da. Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa êrîşên dijwar xwar û Îranê jî ev pêngavên Amerîkayê wekî ‘binpêkirina peymanê’ pênase kirin.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku şeva borî êrîşî ser girava Qeşmê ya li nêzîkî Tengava Hurmuzê hatiye kirin û li bajarê Sîrîkê dengê teqînan hatiye bihîstin û hat destnîşankirin ku li wî bajarî birceke ragihandinê rasterast bûye armanca êrîşê.
Li gorî agahiyên ku ji gundê Tahîruyî yê bi ser bajarê Sîrîkê yê parêzgeha Hurmuzganê hatine girtin, dengê teqînan ji wî gundî jî hatiye bihîstin. Televîzyona dewletê li ser devê çavkaniyekî leşkerî piştrast kir ku çavkaniya van teqînan êrîşeke hewayî ya li ser birca ragihandinê ya li gundê Tahîruyî ye.
Centcom daxuyanî da
Amerîkayê bi hinceta ku keştiyeke din a bazirganî li Tengava Hurmuzê rûbirûyî êrişê bûye, êrîşeke hewayî biriye ser Îranê. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Li ser fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 27ê Hezîranê de li ser hinek xalên Îranê êrîşên nû û zêde hatine kirin.”
CENTCOMê diyar kir ku ev yek piştî êrîşên Îranê yên li ser keştiyeke bazirganî ya duh pêk hatiye û hat îdîakirin ku ‘ji bo girêdayînbûna bi peymana agirbestê fersendek dabûn Îranê’ lê Îranê bi van êrîşên xwe nîşan da ku lihevkirinê qebûl nake.
CENTCOMê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt parve kirin: “Hêzên CENTCOMê, wekî bersiveke rasteqîn û rasterast li dijî êrîşên berdewam ên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî, îro operasyonên hewayî pêk anîn. Balafirên şer ên Amerîkayê; binesaziya çavdêriya leşkerî, sîstemên ragihandinê, çeperên parastina esmanî, embarên dronan û cihê mayinan a Îranê bi giranî kirin armanc.”
Daxuyaniya Îranê
Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê êrîşên Amerîkayê de daxuyaniyeke fermî belav kir û ev tişt vegot: “Îran, êrîşên hewayî yên artêşa terorîst a Amerîkayê ku serê sibeha Yekşemê, 28ê Hezîrana 2026an birine ser gelek xalên li peravên başûrê Îranê, bi tundî şermezar dike. Ev êrîşên hov ên ku binesaziya çavdêriya deryayî ya Îranê kirine armanc, ne tenê binpêkirineke eşkere ya Benda 4an a xala 2yemîn a Destûra Bingehîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye; di heman demê de binpêkirina rasterast a xala yekem a Peymana Bidawîanîna Şer a 18ê Hezîrana 2026an e ku li ser me hatibû ferzkirin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ev bûyer nîşan dide ku Amerîka tu rûmetê nade berpirsiyarî û sozên xwe.
Hat ragihand ku parastina serweriya neteweyî û berjewendiyên bilind mafê rewa yê Îranê ye û ew êrîşên ku li dijî baregehên Amerîkayê hatine kirin, di çarçoveya mafê parastina rewa de pêk hatine.
Trump gefa êrîşa xwar
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku balafirên şer ên Amerîkayê bi hinceta ku Îranê ‘agirbest careke din binpê kiriye’, embarên moşek û dronan û binesaziya radarên deryayî yên Îranê bombebaran kirine û Trump îdîa kir ku Îran ji bûyera ‘dersê nagire.’
Trump ev hişyariya tund da: “Dibe ku em bigihîjin xaleke wisa ku êdî sebra me bi temamî biqede û em neçar bimînin ew karê ku me bi serkeftî dabû destpêkirin, bi rêya leşkerî bi dawî bikin. Ger ev yek rû bide, êdî dê welatekî bi navê Îran li ser rûyê erdê nemîne.”
Îran li Kuwêt û Bahreynê hinek xal kirin hedef
Îranê di çarçoveya mafê bersivdayînê de li dijî êrîşên Amerîkayê, serê sibehê bi moşek û dronan êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwet û Bahreynê kir. Artêşa Kuweytê daxuyand ku sîstemên wan ên parastina hewayî bersiv dane van êrîşên moşekî û dronan. Hevdem li gel daxuyaniya Kuweytê, li Bahreynê jî sîrenên hişyariyê dest bi lêdanê kirin.
Gefa rawestandina gotûbêjan
Hêzên Supayê Pasdarên Îranê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wekî bersivek li dijî êrîşên dawî yên Amerîkayê, wan operasyonên hevbeş ên moşekî û dronî birine ser hêzên deryayî û hewayî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Bahreynê. Pasdaran hişyarî da ku ev êrîşên Amerîkayê agirbestê binpê dikin û dê bibin sedema rawestandina tam a hemû pêvajoyên dîplomatîk. Her wiha destnîşan kirin ku di rojên pêş de ‘dê baregehên Amerîkayê yên li herêmê rojên mîna dojehê bijîn.’
Pasdaran di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku li gorî Peymana Îslamabadê kontrol û birêvebirina trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê di destê Îranê de ye û hişyarî dan ku helwesta wan a li dijî keştiyên ku qonaxên ewlehiyê binpê dikin dê hîn tundtir bibe.













