Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê Ferîq Seed Meen ragihand ku vê sibehê li ser Herêma Kesk a Bexdayê dronek hat keşifkirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat xistin.
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê Ferîq Seed Meen di derbarê xistina dronek li ser Herêma Kesk ya Bexdayê de agahiyan bi çapemeniyê re parve kir. Seed Meen diyar kir ku vê sibehê dronek qebare biçûk li asîmanê Herêma Kesk hat dîtin û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ew dron hate xistin. Seed Meen diyar kir ku bi xistina xwarê ya dronê re ti ziyanek canî û madî çênebûye.











