Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daxuyand ku li Erfînê “Komîteya Aborî” ya girêdayî komên Tirkiyeyê ye erd, mal û dikanên Kurdên koçber bûne yan jî bi zorê hatine koçberkirin desteser dikin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovanai Efrînê, “Komîteya Aborî” ku endamên komên girêdayî Tirkiyeyê bi rêve dibin û di bin banê Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dixebitin erd, mal û dikanên welatiyên Kurd, bi taybetî yên ku koçber bûne yan jî bi zorê hatine koçberkirin, desteser dikin.
Rêxistinê diyar kir ku ev kom, bi gefxwarina çekdarî ji şêniyan û kesên vegeriyayî, di berdêla vegerandina malên wan an ku mal û milkên wan neyên xerabkirin, pereyên ji hezar heta 10 hezar dolarî distînin. Her wiha carinan heta ji sedî 50ê nirxa berhemê dixwazin.
Gelek şêniyên ku vê dawiyê vegeriyane diyar kirin ku rayedarên ewlehî û dadweriyê yên hikûmeta demkî heta niha nekarîne van pêkanînan sînordar bikin an jî berpirsiyaran hesab bipirsin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn, berdewamiya van binpêkirinan hiştiye bi sedan malbat venegerin malên xwe, ji ber tirsên têkildarî nebûna xaniyên ewle û binpêkirinên komên çekdar.













