Amed – Dozgeriyê der barê pirtûka “Dildarê Serkeftinê” ku ji Weşanên Aramê derçûye, biryara komkirinê da. Polîsan dest danî ser pirtûkê.
8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 3’yemîn de didome. Derheqê pirtûkeke Weşanên Aramê de biryara komkirinê hate dayin. Bi îdiaya “îxbarê”, derheqê pirtûka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” biryara komkirinê hate dayin. Polîsan, dest danîn ser pirtûkên li stantê.
Peywirdarê stantê Delîl Zengeralp hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. Delîl Zengeralp piştî îfade da serbest hat berdan.