Hîkmet Akbaş piştî 31 salan ji Girtîgeha Bolûyê duh derketibû bi malbata xwe re çû Edeneyê. Malbat û gelê Edenê xwest bi girseyî Hîkmet Akbaş pêşwazî bike lê polîsan pêşwazîkirin asteng kir.
Duh Hîkmet Akbaş, Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman derketibûn pêşiya Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li Girtîgeha Bolûyê û tehliyeya Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman 6 mehan taloq kir. Hîkmet Akbaş jî piştî 31 salan hatibû berdan. Hîkmet Akbaş ji aliyê malbata xwe hatibû pêşwazîkirin û ber bi Edeneyê ve bi rê ketibûn.
Malbata Akbaş û gelê Edeneyê ji bo pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş li Taxa Ovayê ya Semta Şakîrpaşayê kom bûn. Girseya ku govend gerand rastî astengiya polîsan hat. Polîsan êrîşî gel kir û pêşwazîkirin asteng kir.













