• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

Navenda Nûçeyan / AW

7 GULAN 2026 - 08:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hişbir, fihuş, çetetî û sîxurtî, wekî çar stûnên bingehîn ên stratejiya “qirkirina çandî” ya Tirkiyeyê ye û li Kurdistanê tê serwerkirin. Ev her çar amûr ne ji hev qut in; berevajî wê, sîstemeke wisa ava dikin ku hev du xurt dikin û temam dikin.

Bi avakirina komarê re li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirin, kuştin, windakirin, asîmîlasyon, koçberkirin, sirgunkirin, revandin, tirsandinê tên meşandin. Di 100 salên derbasbûyî de li gorî ruhê demê rêbaz guherîn lê armanc neguherî. Civaka Kurd ya ku bi van rêbazan ji holê nehatiye rakirin, dixwazin bi rizandin, bêîradekirin, ji manewiyat û exlaqê dûrxistinê teslîm bigirin û bi kar bînin.

Li gorî agahiyên rêzenûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li Tirkiyeyê polîtîkayên teslîmgirtin, bêîrade hiştin û rizandinê, ne bi destê çend kom û kesan, rasterast bi kontrola dewletê tê kirin û meşandin.

Şerê taybet û hedefgirtina îradeyê

Amed, ne tenê dilê erdnîgarî û çandî yê Kurdistanê ye, di heman demê de bi dehan salan e navenda siyasî ya têkoşîna azadiya Kurd e. Tam ji ber vê yekê, Tirkiye hemû amûrên polîtîkayên şerê taybet di vî bajarî de diceribîne.

Ji fermandariyên qereqolan heta yekîneyên MÎTê, ji emniyetê heta qeymeqamtiyan, sazîbûneke koordîn li ser kar e. Ev sazîbûn hişbir, fuhuş, sîxurtî û çetetiyê wekî çekekê bi kar tîne û bi taybetî berê xwe dide tax û navçyên Amedê yên herî welatparêz û berxwedêr (Sûr, Rezan, Kaynartepe). Armanc zelal e: Çandina tovên rizînê di nav ciwanên Kurd de, tinekirina hafizeya civakî û girtina rêya birêxistinbûnê.

Ji Licê heta Rezanê dewlet tora hişbirê kontrol dike

Ji bo fêmkirina meseleya hişbirê ya li Amedê, divê mirov ji erdnîgariyê dest pê bike. Navçeya Licê ku di asta cîhanê de wekî navendeke hilberîna hişbir tê naskirin, her çiqas nifûsa wê 25 hezar be jî, bandora wê pir fireh e. Li vir, li gundan çandiniya hişbirê bi xwedîkirina heywanan û hilberîna tûtunê re têkel bûye.

Li gorî daxuyaniyên hilberînerên herêmî, ev kar di bin zanyarî û destûra saziyên dewletê yên herêmî de tê meşandin. Fermandarên qereqolan, qeymeqamî û midûriyetên emniyetê, di her serdemekê de bi hilberîneran re dicivin û para xwe ya “bacê” digirin. Ev hişbira ku ji van zeviyan derdikeve, tenê di nav Amedê de namîne; beşeke mezin ji bo Tirkiye û Ewropayê tê belavkirin.

Di nav ciwanan de bikaranîna madeyan û statîstîkên metirsîdar

Li gorî lêkolîna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya sala 2015an, ji sedî 1,4ê nifûsa bajêr hişbir bi kar dianî. Tê gotin ku di salên dawî de ev rêje ji sedî 2yan derbas bûye. Ya herî bi fikar ev e ku temenê destpêkirina hişbirê heta 12 saliyê daketiye.

Li gorî lêkolîneke SAMERê, li Baxlarê ji sedî 70,1ê bikarhêneran di temenê 12-17 saliyê de bi hişbirê re rû bi rû mane. Li Erxaniyê ji sedî 65,6 di navbera 12-17 salî de ne, lê ji sedî 9,4ê wan di temenê 5-11 salî de dest pê kirine. Li Farqînê jî ji sedî 52yê bikarhêneran di bin 18 saliyê de ne û temenê destpêkirinê heta 10 saliyê daketiye. Ev tablo nîşan dide ku polîtîkayeke bi zanebûn li ser nifşê nû tê meşandin.

Xefka nû ya ciwanan: Krîstal

Di çavdêriyên li Sûr, Ofîs û Rezanê de tê dîtin ku rojeva sereke ya kolanan çeteyên ku haraçê kom dikin û belavbûna bi lez a krîstalê ye. Krîstal (metamfetamîn) ji ber ku di demeke kurt de hesteke zêde ya kêf û enerjiyê dide, ciwanan dixapîne; lê di demeke dirêj de dibe sedema ji nebaweriya ji derdorê xwe, êrîşkarî û nexweşiyên giran ên derûnî.

Çavgirtina dewletê ya li hemberî belavbûna vê madeyê, nikare ji bilî tercîheke siyasî û zanebûn bi tiştekî din bê ravekirin. Tê texmînkirin ku li Amedê herî kêm 50 hezar personelên hêzên ewlehiyê hene. Gava ku ev artêşa mezin firoşkarên hişbirê (torbaci) li ber deriyê qereqolên Rezanê nabîne, ev yek îdiaya “çavgirtina bi zanebûn” piştrast dike.

Fihuş: Sektoreke di bin kontrola dewletê de

Tora fihuşê ya li Amedê jî ne wekî “xerabûneke asayî” ya civakî pêş ketiye. Li semta Ofîsê zêdetirî 50 malên randevûyê hene. Piştî Berxwedanên Xwerêveberiyê, malbatên ku ji Sûrê hatin koçberkirin, li taxên wekî Kaynartepe û Huzurevleri bi cih bûn. Îro ev tax bûne navenda malên fihuşê.

Li taxa Huzurevleri ya ku 55 hezar nifûsa wê heye, behsa zêdetirî 100 malên fihuşê tê kirin. Tevî ku şêniyên taxê bi dehan caran giliyê van malan li qereqolan kirine jî, ti girtin an jî ceza nayê birîn. Ev yek nîşan dide ku fuhuş ne encama xizaniyê tenê ye, amûreke şerê taybet e ku li dijî rûmeta civakî tê bikaranîn.

Tora ku siyasetmedarên berê tê de ne

Kafe, salonên bedewiyê û salonên masajê jî mîna navendên fuhuşê tên bikaranîn. Balkêş e ku hinek kesên ku xwe wekî “PKKyiyên berê” didin naskirin, jinên ciwan dixapînin û wan dikişînin nav tora fihuşê. Ev kes piştî ku ji aliyê MÎTê ve hatine girtin an jî lawaziyên wan hatine tespîtkirin, hatine “sîxurkirin”.

Armanc ew e ku bi navê “welatparêziyê” baweriya ciwanan qezenc bikin û piştre wan ber bi hişbir û fihuşê ve bikişînin. Bi vê rêyê, dewlet dixwaze di nav gel de li dijî Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo feraseteke reş ava bike û kesayetiya ciwanan parçe bike.

Îtirafa polîtîkayên dewletê

Têkiliya fihuşê û polîtîkaya dewletê herî zêde di sala 2011an de ji devê Waliyê Sêrtê yê wê demê derketibû. Walî li ber kamerayan gotibû: “Bila li şûna ku derkevin çiyê, fuhuşê bikin. Bila li şûna ku kevir bavêjin, fuhuşê bikin, hişbirê bi kar bînin.” Ev îtiraf hîna jî di hafizeya Kurdan de zindî ye û îro li Amedê wekî stratejiyeke sereke tê meşandin.

Çetebûn û xeracgirtina ji esnafan

Çetebûna li Amedê ne tenê pirsgirêka asayîşê ye. Li Sûrê çeteya bi navê “Selefî” destwerdanê li jiyana xelkê dike, xeracê ji esnafan digire û êrişî jinan dike. Li Baxlarê jî komên nenas zextê li zêrkeran dikin da ku xeracê bistînin.

Serkêşiya van çeteyan komên mîna “Daltonlar” û “Casperlar” dike. Piraniya van ciwanan zarokên malbatên welatparêz in. Dewlet bi zanebûn van ciwanan ji rê derdixe, wan dixe xefka hişbirê û wan li dijî civaka wan bi kar tîne. Ev çete dibin sedem ku esnaf kepengên xwe bigirin û aboriya bajêr têk biçe.

Encam: Berxwedana li dijî rizînê

Amed îro bi toreke tarî ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye hûnandin re rû bi rû ye. Saziyên sivîl, malbat û rûspiyên bajêr bang dikin ku li dijî vê tora “şerê taybet” parastina cewherî were xurtkirin. Divê gelê Amedê li dijî hişbir, fihuş û çetebûnê hişyar be û nirxên xwe yên civakî û polîtîk biparêze.

Etîket: AmedbêîradekirincendiermecerdevanÇetefihûşhişbirKontrola dewletêPolîsweletparêzên hatine xistin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026
‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

10 GULAN 2026
Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

4 GULAN 2026
Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

3 GULAN 2026

Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

3 GULAN 2026
Mihrîcana Şanoyê bi lîstika ‘RAR’ bi dawî bû

Mihrîcana Şanoyê bi lîstika ‘RAR’ bi dawî bû

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (293)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne