Yek ji damezrînerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84), jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) di encama xwînrijiya mejî de li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Hecî Ehmedî ê ji Urmiyeyê yek ji kesên ku di sala 2003an de pêşengî ji avakirina PJAKê re kir. Hecî Ehmedî zêdetirî 40 sal in li Elmanyayê dijiya. Hecî Ehmedî li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin dest bi jiyana siyasî kir. Li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAKê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya neteweyî ya Kurd kir.