• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cejn hat lê berîka xelkê û dikan vala ne

Omer Demîr / AW

28 ADAR 2025 - 08:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Cejna Remezanê hat lê dikan vala ne. Welatî û dikandarên Amedê diyar kirin ku her sala diçe her tişt biha dibe û wiha gotin: “Her sal diçê krîza aborî zêde dibe gel jî nikare danûstandina xwe ya cejnê bike.”

Salên berê dema ku ji cejnan re çend roj diman gel sûk tijê dikir û danûstandina xwe ya cejnê dikir. Ji ber ku krîza aborî her roj diçe zêde dibe, xelk nikare mîna berê danûstandina ji bo cejnê bike. Cejna Remezanê hat lê dikan vala ne û gel nikare şekirê cejnê û pêdiviyên ji bo cejnê bikire. Welatî dikan bi dikan digerin ku ji bo tiştên erzan bibînin lê cihekî erzan nemaye, lewma nikarin li gorî pêdiviyên xwe danûstandinê bikin. Krîza aborî berîka gel vala kiriye. Dikandar û welatiyên Amedê ji ber rewşa aborî bi gilî û gazin in. Dikandar û welatî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn û diyar kirin ku sebebê kriza aborî polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê ye.

‘Cejn hat lê dikan vala ne’

Dikandarê bi navê Şener Çakircali diyar kir ku wekî berê kes nikare şekirên eydê bikire û wiha axivî: “Krîza aborî heye. Bi gel re pere tuneye û her tişt jî biha ye. Em jî wekî berê nikarin tiştan bifiroşin. Mişterî di cejnên berê de beriya cejnê bi çend rojan dihatin û danûstandina xwe dikirin û bi kîlo kîlo tişt dikirîn. Lê niha cejn hat dikan vala ne. Kirêya me bi qasî qezenca me ye, ev rewş jî bandora xwe li tiştan dike û her tişt biha dibe.”

‘Bila çavên dayikan li rê nemîne…’

Welatiya bi navê Seyran got ku divê êdî herikandina xwînê bê rawestandin û wiha axivî: “Ez çûm goristanê û min duayê xwe li cangoriyan kir. Em dixwazin êdî cejn xweş derbas bibin, çavên dayikan li rê nemîne… Cejn hat lê dilê me ne rehet e. Ez dixwazim ev cejn bibe wesîla azadiyê, xwişk û biratiyê. Bila êdî xwîna xortan nerije.”

‘Ev cejn bila bibe wesîla azadiyê’

Selîm Şahîn jî bi bîrxist ku krîza aborî bandora xwe li ser her tiştî dike û wiha got: “Êdî cejn ne wekî cejnên berê ne. Gel nikare danûstandina xwe bike. Karê me tune ye ji ber ku bi gel re pere tune ye. Berê gel bi kîlo kîlo tişt dikirîn lê niha nikare bikire. Krîza aborî çiqas zêde dibe gel jî danûstandina xwe kêm dike. Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîla azadiyê.”

‘Gel di jiyana xwe de her tişt kêm kiriye’

Dikandarê bi navê Abdullah Gunce jî diyar kir ku hewcedariya xelkê pirr e û lê xelk nikare tiştên cejnê bikire û wiha axivî: “Îsal danûstandin gelek kêm e ji ber ku her tişt gelek biha bûye. Gel bi mecbûrî tê danûstandin dike lê tiştên erzan û hindik dikire. Berê xelk dihat nêzî deh pazdeh kîlo şekirê cejnê dikirî lê niha kîloyek dikire. Jiyan gelek biha bûye û ji ber vê yekê bi gel re pere tune ye. Gel ji xwarin û vexwarina xwe her tişt kêm kiriye.”

‘Êdî rewşa gel bila baş bibe’

Welatiyê bi navê Veysî Yildiz jî bi bîrxist ku azadî hebe danûstandin jî erzan dibe û wiha got: “Her tişt biha dibe, ev tişt jî bandorê li jiyan û debara gel dike. Kîloya goşt û şekirê cejnê gelek biha ye. Ez hêvî dikim ku ev cejna îsal bibe wesîla hizûrê. Rewşa gel êdî bila baş bibe. Berê me bi 500 lîreyî gelek tişt dikirî lê niha em kîloyêk şekir dikirin.”

‘Êdî bila cejnên me xweş derbas bibin’

Welatiyê bi navê Mehmed Emîn Aykaç jî da zanîn ku tu kes gel nafikire û wiha got: “Her tişt gelek biha ye, şekirê eydê gelek biha ne. Berê me dikaribû şêranî ji xwe re bikiriya lê ev çend sal in em tenê şekir dikirin. 3 zarokên min henê, dixwazin ji xwe re cilên eydê bikirin lê her tişt gelek biha ye. Ez dixwazim êdî cejnên me xweş derbas bibin.”

Etîket: AmedCejna Remezanêdikandar
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

18 TEBAX 2025
KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

15 TEBAX 2025
Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

15 TEBAX 2025
Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

14 TEBAX 2025
‘Em zanin ku kuştinên jinan polîtîk in’

‘Em zanin ku kuştinên jinan polîtîk in’

12 TEBAX 2025
Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne