• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

33 sal derbas bûn: Bi 3 zaravayên Kurdî perwerdehiyê dide

Mahmût Altintaş / AW

21 NÎSAN 2025 - 08:30
Kategorî: ROJANE
A A
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alpaslan diyar kir ku ew bi Kurmanci, Soranî û Kirmanckî perwerdehiyê didin û got: “250 şagirtên me hene. Li dervayî welat, Ewropa û her derê cihanê şagirtên me yên ku bi rêya onlînê perwerdehiyê dibînin hene.”

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku di 18ê Nîsana 1992yan de weke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter (Apê Mûsa), Feqî Huseyîn Sagnic, Abdurrahîm Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender û Suleyman Înanoglû ve hat ava kirin. Enstîtuya Kurdî ku ji avabûnê heta niha perwerdehiya zimanê Kurdî dide û xebatên çapkirina ferheng, gramera Kurdî dike bê navber xebatên xwe didomîne. Enstutiya Kurdî ya Stenbolê ku di 31ê Kanûna 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Enstîtu niha bi navê Komeleya Lêkolînên Kurdî xebatên xwe didomîne. Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê perwerdeya zimanê Kurdî dide û ferheng û pirtûkên gramera Kurdî çap dike. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alpaslan derbarê xebatên komeleyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Ji Kurdistanê heta Ewropayê şagirtên wan hene

Remziye Alpaslan anî ziman ku ew bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî perwerdehiyê didin û heke serdan hebin ew dixwazin bi zaravayên Kelhorî û Hewramî jî perwerdehiyê bidin. Remziye Alpaslan bi lêv kir ku xebatên wan ên perwerde, weşangerî û parastina Kurdî berdewam dike û wiha got: “Ji aliyê perwerde ve dersên me onlîne û rû bi rû berdewam dikin. Asta destpêke, yekem, duyem û sêyêm û asta mamostetiyê dersan didin. Ji onlîne jî heta asta yekem, duyem û sêyem polên me hene. Asta çar û mamostetiyê rû bi rû ne. Her wiha polên me yên zarokan jî hene. Niha 2 polên me yên zarokan hene û herî dawî 24 kesan qeydên xwe kirin. Ji bilî wan jî şagirtên me yên berê jî hene û ew jî berdewam dikin. Polên me li gor temen û asta şagirtan hatiye dabeşkirin. Polên me yên zarokan onlîne ne. Bi tevahî onlîne û rû bi rû 250 şagirtên me hene. Li dervayî welat, Ewropa û her derê cihanê şagirtên me yên ku onlîne perwerdehiyê dibînin hene.”

Hînker, ferheng û pirtûkên zarokan çap dikin

Remziye Alpaslan bal kişand ser xebatên weşangeriyê û derbarê çapkirina pirtûkan de ev agahî dan: “Weke Komeleya Lêkolînên Kurdî em pirtûkên hînkirina ziman çap dikin. Em pirtûkan weke çavkaniyên ziman çap dikin. Hînker û pirtûkên gramerê weke her sal îsal jî me çap kirin. Ew jî çavkaniyeke sûdewar e. Her wiha weke gaveke nû me îsal hînkera Kirmanckî jî çap kir. Ew gaveke nû bû. Erê kovar dihatin çapkirin lê bi Kirmanckî ew qas derneket pêş lê vê carê tişta ku em serbilindin hînkera bi Kirmanckî ye. Ji bilî wê jî me pirtûkên ji bo zarokan çap kirin.”

‘Tenê bi saziyên Kurdî ve pêşî li vê xetereyê nayê girtin’

Remziye Alpaslan diyar kir ku ji bo pêşî li polîtîkayên pişaftinê bê girtin divê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî bê dayîn û wiha pê de çû: “Di zimanê Kurdî de ji aliyê axaftin, nivîsandin û xwendinê de qelsbûneke mezin heye. Ev yek jî ji ber bandora polîtîkayên pişaftinê ye ku heta roja me ya îro hatiye. Bandora pişaftinê bi demê re kûrtir dibe. Niha em bi encamên vê yekê re rû bi rû ne. Bi taybetî zarok ziman hîn nakin. Ji ber ku perwerde tenê bi Tirkî tê dayîn, zarok nikarin bi zimanê dayikê prewerde bibin. Perwerdeya bi tenê zimanê Tirkî ji bo Kurdî û zimanên din xetere ye. Divê demildest derfeta perwerdehiya zimanê dayikê ji bo Kurdan were dayîn û Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Divê zimanê Kurdî li hemû beşê civakê hebin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê heke neyê naskirin ew ê bibe sedema kuştina Kurdî û zimanên din jî. Perwerdehiya Kurdî ya tenê li saziyan tê dayîn têr nake, divê perwerdehiya bi zimanê dayikê di warê fermî de bê nasîn. Tenê bi saziyên Kurdî pêşî li ber vê xetereyê nayê girtin.”

‘Têkoşîna ziman û çanda xwe xurt bikin’

Remziye Alpaslan di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina zimanê Kurdî ev bang li gel kir: “Divê malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ji bo perwerdehiya zimanê dayikê ranewestin û daxwaza xwe bînin ziman. Li her derê em xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin. Têkoşîna ziman û çanda xwe xurt bikin. Divê di nava gel de jî em xwedî derketina zimanê Kurdî xurt bikin. Divê saziyên zimanê Kurdî jî ji aliyê dîjîtal ve jî xwe bêhtir xurt bikin ku xwe bikaribin bigihînin nifşên nû. Ji bo gel bikaribe xwe bi rehetî bigihînin perwerdeya Kurdî divê ji aliyê dîjîtal ve jî xebat bên kirin.”

Etîket: Enstîtuya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (751)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne