Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci ji aliyê malbat, hezkirî û hevpîşeyên xwe ve hate definkirin. Di merasîmê de peyama xwedîderketina li têkoşîn û keda Balci hate dayîn.
Ji bo Kedkarê Çapameniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) ku ji ber nexweşiya pênçeşerê di 23yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a navçeya Batikentê ya Enqereyê merasîma cenaze hate lidarxistin. Malbat, hezkirî, hevrê û hevpîşeyên Bayram Balci jî di merasîmê amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag, endam û rêveberên DFGê, MKGê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî tev li merasîmê bûn. Merasîma cenaze bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest danê dest pê kir.
Xwişka Bayram Balci, Nuray Balci axivî û wiha got: “Hevalê min, helbesta min a hê neqediyayî, bi gotina hevalên wî rêwiyê heqîqetê yî tu. Daxwaza wî aştî bû. Em jî aştiyê dixwazin. Şehîd namirin.”
‘Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin’
Rojnameger Zana Kaya jî anî ziman ku ew ji ber wefata Bayram Balci gelek xemgîn in û wiha got: “Piştî mamoste Huseyîn Aykol me mamosteyek xwe yê din jî winda kir. Hevrêyê Apê Musayan bû. 30 salan kedeke mezin da Çapemeniya Azad. Mîrateya wî dê di têkoşîna me de bijî.”
Rojnameger Dîren Yurtsever jî Bayram Balci bi bîr anî û got: “Bayram Balci bîreke çapemeniya azad bû. Em ji Bayram Balci û kesên di vê rêyê de me winda kiriye re soz didin ku em ê têkoşîna wan mezintir bikin.”
Piştî axaftinan girseyê darbesta Balci wergirt û ber bi goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalle ve bi rê ketin. Bayram Balci li goristanê ji aliyê malbat, heval, hevpîşe û hezkiriyên xwe ve hat definkirin.
Helbestên wî hatin xwendin
Piştî definkirinê beşdaran qerenfîl danî ser gorê. Hevalên Bayram Balci li ser goristanê helbestên wî xwendin û beyt hatin xwendin.
Piştre jî rojnamegerên beşdarî merasîmê bûbûn, serdana gora mamosteyê Çapameniya Azad Huseyîn Aykol ku li heman goristanê ye kir.
Ji bo bîranîna Balci li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê loqme dê bê belavkirin.
























