Girtiyê siyasî Cengîz Yusufoglu ku 31 salan girtî ma, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Êlihê hate berdan.
Girtiyê siyasî Cengîz Yusufoglu yê ku di pevçûnekê de birîndar bû û hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebbedê lê hatibû birîn. Cengîz Yusufoglu diviyabû berî 6 mehan bihatana berdan. Lê înfaza wî heya 6 mehan hatibû taloqkirin.
Li ber girtîgehê malbata Cengîz Yusufoglu ew pêşwazî kir û bi karwana wesayîtan ber bi warê xwe Qoserê ve ket rê. Cengîz Yusufoglu di ketina Qoserê de ji aliyê xizmên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî ve bi coş hat pêşwazîkirin. Cengîz Yusufoglu li vir axivî û spasiya hemû kesên ew pêşwazî kirine kir û peyama têkoşîn didome da.
Piştî axaftinan Cengîz Yusufoglu bi kerwana wesayîtan ya pêre derbasî gundê Kermirara yê Qoserê bû.