Amed – Hevseroka MÎA-FEDê Perva Înal ku li ser 3yemîn Konferansa MÎA-FEDê axivî, destnîşan kir ku dê bi hev re civakeke azad û wekhev ava bikin û wiha got: “Em dixwazin li ser bingeha edaletê mafê her netewe, ol û baweriyê were naskirin û bi zagonan werin parastin.” Perva Înal bal kişand ser Peymana Medîneyê û got ku dê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) di 20 û 21ê Hezîranê de 3yemîn Konferansa xwe ya mezin bi dirûşma ‘Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî’ li eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li konferansê bûn. Konferans piştî du rojan li ser nîqaşên mijarên cuda û tespîtkirina krîzên siyasî û exlaqî bi dawî bû. Di çarçoveya nexşerêya dema nû de ku tê de têkoşîna li dijî hişmendiya netewe-dewlet, misogerkirina ‘Mafê Hêviyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zindîhiştina rola medreseyên Kurdî û misogerkirina cihgirtina wekhev a jin û ciwanan wekî xebatên bingehîn hatin destnîşankirin. Di dawiya konferansê de encamname hate eşkerekirin. Di encannameyê de ji bo avakirina aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk banga berpirsyariya hevpar hat kirin.
Hevseroka MÎA-FEDê Perva Înal jî li ser konferansê, armanc û plansaziya xebatên dema nû yên federasyonê ji ajansa me re axivî.
‘Rola jinan a di Îslamê de û berxwedana wan hildane dest’
Perva Înalê diyar kir ku di nîqaşên konferansê de rola jinan a di Îslamê de û berxwedana wan hildane dest û wiha got: “Ev mijar ji bo me gelekî girîng e. Çand û hişmendiya serdest ne tenê di Îslamê de, di seranserê dîrokê de, di nava olên mîna Yewnaniyan û di nava neteweyên cuda de jî navên jinên pêşeng nexistiye nav rûpelên dîrokê. Nexwestine ku di dîrokê de ev nav werin zanîn. Armanca wan ew bû ku jin asîmîle bibin, tenê werin xebitandin, serê xwe ranekin û hişyar nebin. Lewma wekî federasyon, em dixwazin van rûyên veşartî yên jinan ên di nava Îslamê de û beriya Îslamê, derxin holê.
‘Mînaka Hz. Meryem ji bo me diyarker e’
Perva Înal da zanîn ku gava di Quranê de behsa Hezretî Meryemê tê kirin, wekî ‘Îsa kurê Meryemê’ tê pênasekirin û ev tişt anî ziman: “Ev nîşan dide ku Hz. Îsa bi navê diya xwe tê naskirin. Gava mirov li têkoşîna Hezretî Meryem dinêre, tê dîtin ku wê li dijî wê civaka mêrsalar berxwedaneke mezin daye. Di serdemekê de ku tu jin nedikarî biçûya cihên îbadetê û mescidan, Hezretî Meryem bi emrê Xwedê çû wê derê û li hemberî hemû bertek û hêrsbûna civakê li ber xwe da. Ev mînak ji bo me diyarker e, pir girîng e. Di jiyana Resûlê Xwedê de jî jinên pêşeng gelek in; mînak Hezretî Hatîce di warê aborî û bazirganiyê de, Hezretî Ayşe di warê ilmê de pêşeng bûn. Her wiha Nesîbe Bîntî Ka’b di dema şer de li dora pêxember wekî pergaleke parastinê cih girtiye û nehiştiye tu zirar bigiheje wî. Ew qas jineke berxwedêr bûye.”
Di Îslamê de mînakên jinên pêşeng

Perva Înal di berdewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Em hîn zêdetir mînakan bidin. Mînaka Ummu Seleme ku Hz. Mûhammed di warê stratejîk de şêwirmendiya wê esas girtiye heye. Dema Ummu Seleme ji Resûlê Xwedê re dibêje ‘Ya Resûlê Xwedê, tu herê vî karî wiha bikî’, pêxember gotina wê qebûl dike û li gorî wê gavan diavêje. Tu carî nêzîkatiyeke mîna ‘ev jin e, ez çima aqil jê bigirim, ew çi fêm dike’ nîşan nade. Em dikarin van navên ku hatine veşartin yek bi yek derxin holê û bidin zanîn ku jin di ayet û civakê de xwedî roleke girîng e û lîstikvaneke çalak e. Xwedê Teala tu carî ferman nake ku jin di bin emrê mêr de bêdeng û bêvîn bimîne. Çawa mêr ji jiyan û civakê berpirsiyar e, jin jî bi heman rengî berpirsiyar e. Di gelek ayetan de ev wekhevî tê dîtin û em wekî sazî vê rastiyê derdixin holê.”
‘Em ê qeweta xwe bikin yek û bi hev re civakeke azad ava bikin’
Di domandina axaftina xwe de Perva Înal destnîşan kir ku gava hevserokatiya federasyonê qebûl kiriye, destnîşan kiriye ku li gel seydayan jin jî di vî warî de xwedî rol û pêşengî ne û wiha pê de çû: “Pêdiviya jinan bi nûnertiya me heye. Gava gotina ‘alim’ tê ser zimên, divê tenê mêr neyên bîra mirovan; di nava jinan de jî alim hene û em ê bi hev re bixebitin. Ji ber ku nabe jin û mêr ji hev cuda bin, yek di bin dest û yê din li ser dest be. Em wekî hev berpirsiyar in û em ê di her karî de hebin. Em ê qeweta xwe bikin yek û bi hev re civakeke azad, wekhev û dadmend ava bikin.”
‘Bi Peymana Medîneyê mafê herkesî hatiye nasîn’
Perva Înal bal kişand ser Peymana Medîneyê û wiha bi lêv kir: “Li wî bajarî pevçûn, kuştin û gengeşiyên mezin di navbera eşîran de hebûn. Resûlê Xwedê xwest van aloziyan çareser bike. Di wê serdemê de Cihû, pûtperest, muhafer û ensar tev bi hev re rûniştin. Pêxamber hemû pêkhate anîn bal hev û Wesîqeya Medîneyê îmze kir. Bi vî rengî mafê her kesî û her baweriyê li ser kaxizê bi hiqûqê ve girêda û navê Yesrîbê kir Medîne ku tê wateya medeniyet û şaristaniyê; bajarekî ku ewlehî tê de heye. Îro jî li herêma me heman alozî û şer hene. Em jî li ser vî bingehî, dixwazin li ser bingeha edaletê mafê her netewe, ol û baweriyê were naskirin û bi zagonan were parastin. Gava em li Qurana Pîroz dinêrin, dibînin ku bingeha Îslamê li ser edalet, wekhevî û azadiyê hatiye avakirin. Di serdema ku Quran nazil bû de, hinek desthilatdaran bi qeweta xwe zulm li çînên bindest dikirin, ew dikirin kole û xwe mezin didîtin. Em dixwazin cewherê resen ê Îslama Mihemedî derxin pêş, ne Îslama Emewî ya ku wekî amûrê desthilatdariyê hatiye bikaranîn. Ferqên mezin di navbera her duyan de hene û em ê vî cewherê resen bi xelkê bidin zanîn.”
‘Em ê bi her awayî li ser xebatên xwe bisekinin’
Her wiha Perva Înal bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo mafê jiyanê û ekolojiyê û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Divê em ji bîr nekin ku di vê dinyayê de ne tenê mirov dijîn; ajal, dar, ber û nebat jî dijîn. Em mirov wekî berpirsiyarên wan in, lewma em balê dikişînin ser ekolojiyê da ku dinyayeke bêtir xweştir û çêtir ava bibe. Em ê li dijî talankirina dar û beran û qetliyama ajalan bi her rengî dengê xwe bilind bikin û balê bikişînin ser van babetan jî. Xweşiya exlaqî jî ji bo me qadeke pir girîng e û em bi biryar li ser disekinin. Mixabin, ciwanên me yên heyf û malbatên wan ji ber destê çeteyan perîşan dibin; dikevin nava tora hişbir, qumar û van tiryakan. Em li ser van pirsgirêkan nîqaş dikin û em ê bixebitin bê ka em ê çawa xwe bigihînin wan ciwanan da ku wan biparêzin. Ji bo rûbirûbûna vê rewşê, çi ji destê me bê em ê li ser bisekinin û gavan biavêjin. Ji bo fêmkirina bernameyê, em ê materyalan bi zimanê Kurdî çap bikin û belav bikin. Em daxwaz dikin ku ev materyal li mizgeftên me û li saziyên civaka sivîl werin belavkirin û em ê bi her awayî li ser vê xebatê bisekinin.”













