Enqere – Lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu bi lêv kir ku piştî avabûna Komarê li dijî zimanê Lazkî polîtikayên bişaftin û qedexekirinê hatinê meşandin û got: “Beriya komarê li herêma me zimanê me serdest bû lê niha pir kêm kes lazkî dizanin û diaxivin.”
Komara Tirkiye ya li ser yek netew û yek baweriyê ava bûye, li dijî ziman û baweriyên cuda polîtikayên tunehesibandin, bişaftin û qirkirinê daye meşandin. Yek netewên jî gelên ji van polîtikayan bandor bûnê Laz in. Laz yek jî gelên qedîm û kevnar in. Laz piranî li aliyê Behra Reş û li welatê Gurcîstanê dijîn. Herêma Laz lê dijîn jî weke Lazîstan jî tê binavkirin. Lê piştî avabûna komarê navê Lazîstanê jî hat qedexekirin û di encama polîtikayên avakirina yek netew û yek zimanî de Laz jî rastî polîtikayên bişaftinê hatin. Ziman û çanda Lazkî xwedî dîrokeke kevnar a bi hezaran salan e. Beriya komarê li herêma Lazîstanê welatî bi zimanê xwe dijîn û zimanê serdest jî Lazkî bû. Lê piştî avakirina komarê di encama polîtikayên bişaftinê de zimanê Lazkî ji aliyê UNESCOyê ve yek ji zimanên di bin xeterê de ye hatiyê diyarkirin.
Komara Tirkiyeyê ku li dijî gelan polîtikayên bişaftinê da ye meşandin bûyê sedema kuştina ziman û çanda netewan. Komara Tirkiyeyê li dijî hemû netew û baweriyên di bin serweriya Tirkiyeyê de dijîn polîtikayên Tirkirinê da meşandin. Bi xala destûra bingehîn a, “Hemû netewên li Tirkiyeyê dijîn Tirk in” li dijî netew û baweriyên cuda qirkirinek destpêkir. Laz jî weke baskeke Tirkan hat pênasekirin û bi vê yekê bingeha bişaftin û tunehesibandinê hat revakirin. Navê gund û bajarên Lazan hatin guherandin û Laz bi polîtikayên bişaftin û tunehesibandinê re rû bi rû man.
Lazan li dijî van polîtikayan ji bo parastina ziman bi derxistina rojname û kovaran hewl da ziman û çanda xwe biparêzin. Di roja me ya niha de jî Laz ji bo zimanê wan tune nebe bi rêya komele, enstîtû û dezgeyan perwerdehiya zimanê Lazkî didin û ji bo parastina çand û zimanê Lazkî xebatên lekolînî dikin. Lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu jî yek jî ji van kesên ku ji bo ziman û çanda Lazkî ji holê ranebe di nava xebatan de ye. Armagan Serdaroglu qala polîtikayên bişaftin û tunehesibandinê ya li dijî Lazan kir, derbarê yekperestiya komarê û bandora wê ya li ser Lazan axivî.
Polîtikayên bişaftinê yên li dijî Lazan
Armagan Serdaroglu anî ziman ku piştî avabûna komarê zimanê Lazkî ji saziyên fermî û dibistanan hatiyê qedexekirin û wiha qal kir: “Zimanê Tirkî hat ferzkirin û di encama van polîtikayan de her ku çû Tirkî li herêma me serdest bû. Lazkî hat qedexekirin. Yên bi Lazkî diaxivîn rastî cezayê pereyan dihatin. Di encama van polîtikayan de di nava salan de Lazkî di nava jiyana rojanê de winda bû. Bişaftina li dijî Lazan jî bi vî awayî pêş ket.”
Xebatên parastina Lazkî li dijî polîtikayên bişaftinê
Di berdewama axaftina xwe de Armagan Serdaroglu bi lêv kir ku Lazan li dijî polîtikayên bişaftinê ji bo parastina ziman û çanda xwe li ber xwe dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekeke mezin ji aliyê Lazan ve nehat nîşandan. Li dijî Lazan tundiyeke pir mezin nehat meşandin. Bi polîtikayên nerm û sîstematîk polîtikayên bişaftinê hat meşandin. Ji ber ku tundiyeke mezin nehatiyê kirin bertekeke mezin jî derneketiye. Lê bi derxistina kovar û sazî û dezgeyan Lazan hewldanê çand û zimanê xwe biparêzin. Lazkî piştî sala 1980an ji aliyê wêjeya niviskî vê pêş ket. Heta wê demê wêjeya bi devkî hebû lê piştî 1980an ji aliyê wêjeya niviskî vê jî pêşketin çêbû. Piştî sala 1990an bi kovara Ognî ji aliyê niviskî vê jî pêşketin çêbûn. Piştî vê kovarê jî gelek weşan derketin û piştî pêşketina medyaya sanal behtir pêşketin çêdibin. Em dikarin bêjin niha pêşketinek jî heye.”
‘Divê hemû gel bi awayekî wekhev bijîn’
Di dawiya axaftina xwe de Armagan Serdaroglu tekildarî nîqaşên Komara Demokratîk ku hemû netew û bawerî bi maf û hebûna xwe bi hev re bijîn jî ew nirxandin kir: “Demokrasî daxwaza me hemûyan e. Em hemû dixwazin bi maf û hebûna xwe bi hev re bijîn û hemû kes rêze ji maf û hebûna yên hemberî xwe re bigirin. Daxwaza me jî ew e. Di vê çerçoveyê de divê li Tİrkiyeyê hemû gel weke ku ji aliyê berpirsyariyan vê wekhev in ji aliyê mafan vê jî wekhev bin. Çawa hemû kes diçin lêşkeriyê û vergiyan didin divê hemû kes xwedî maf bin. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêk were, hemû kes bikarin baweriya xwe bi awayekî azad bijîn û ji saziyên fermî jî bikarin bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bigirin. Yanî em hemû bi hev re bi awayekî wekhev bikarin bijîn. Ew yek ji bo me hemûyan dê baş bibe.”
Sibê: Qirkirin, tunehesibandin û bişaftin: Çi li serê Suryaniyên li vî welatî hatin?












