* Hevseroka KNKê Zeyneb Murad têkildarî konferansa Yekrêziyê destnîşan kir ku ev konferans dê bandoreke erênî li ser kongreya yekîtiya neteweyî bike û bi vê konferansê dîtin ku Rojava dikare pêşengiya yekîtiyê bike.
* Endamê Desteya Serokatiyê yê PYDê Salîh Muslîm tekildarî konferansa yekrêziya Kurdan anî ziman ku konferans bi taybet ji bo Rojava ye lê dê bandorê li tevahî Kurdistanê bike.
* Li Girtîgeha Bi Ewleya Bilind a Tîpa 2emîn a Amedê ji ber rebazên dijmirovî girtiyê ku nexweşiya wî ya epîlepsiyê heye ev 2 meh in nayê tedawîkirin.
* Rêveberên DBPê Ahmet Ertak û Bêrîvan Bahçecî ku duh tev li kongreya partiya xwe bûn diyar kirin ku dê Konferansa Yekrêziya Kurdî bibe wesîleya bidestxistina statuya gelê Kurd û heke gelê Kurd destê xwe bidin hev dê hemû êrişên li ser gelê kurd tên meşandin bên pûçkirin.
* Wekîla Koma Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li meclisê civîna çapemeniyê pêk bîne (11.30)