Enqere – Aktivîstê Çerkez K’eref Albuz anî ziman ku piştî avabûna Komarê ew jî rastî polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê hatine û wiha got: “Piştî travmayên sirgûnî û tevkujiyê di komarê de jî bi xayintiyê hatin binavkirin. Vê yekê jî di Çerkezan de şikestineke mezin çêkir. Çerkez ji nasnameya xwe dûr ketin.”
Yek ji netewên ku di nava Komara Tirkiyeyê de tune hatine hesibandin Çerkez in. Çerkez ji Bakurê Kafkasyayê ji herêma Çerkezyan e û xwedî dîrokeke kevnar in. Piştî dagirkeriya Rusyayê ji salên 1864an li dijî Çerkezan tevkujiyeke mezin dest pê kir. Piştî tevkujiya mezin Çerkez ji neçarî koçberî welatên cuda yên cîhanê bibin. Hejmareke mezin a Çerkezan jî derbasî Anatoliyayê ku wê demê di bin serweriya Osmaniyan de bû, bûn û niha jî di bin serweriya Komara Tirkiyeyê de ne. Çerkezên ku hatin Tirkiyeyê li vir jî bi damezrandina Komarê re rastî polîtîkayên tunehesibandin û bişaftinê hatin. Ji ber polîtîkayên bişaftin û tunehesibandinê zimanê Çerkezî jî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Zimanê Çerkezî ji sala 2010an vir ve ji aliyê UNESCOyê ve weke zimanê di bin xetereyê de hatiye ragihandin. Çerkez li dijî polîtîkayên bişaftinê hewl didin bi rêya sazî û dezgehan zimanê xwe biparêzin.
Aktivîste Çerkez Albuz Gergîn jî li dijî tunehesibandin û polîtikayên bişaftinê li ser zimanê Çerkezî hewl dide bi xebat û lêkolînên Çerkezî ziman û nasnameya Çerkezî biparêze. Ji ber ku di zimanê Çerkezî de paşnav di serî de tê nivîsandin navê wî ye rast K’eref Albuz e. Çerkezî bi tîpên Kîrîlê tê nivîsandin. K’eref Albuz ku qala polîtîkayên tunehesibandinê yên li ser Çerkezan kir, pêşniyara Komara Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo mîsogeriya maf û hebûna hemû netew û baweriyên di bin serweriya dewleta Tirkiyeyê de dijîn kiribû nirxand.
Sirgûniya Çerkezan
K’eref Albuz anî ziman ku Çerkez yek jî gelekî kevnar ku xwedî ziman û dîroka xwe ne. K’eref Albuz diyar kir ku çîroka Çerkezan ji Bakurê Kafkasyayê bi sirgûnê dest pê dike û wiha qala vê yekê kir: “Împaratoriya Rûsyayê xwest Bakurê Kafkasyayê dagir bike. Çerkezan jî bi gelên herême re demekê dirêj li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. Çerkez bi taktîka gerîlatiyê dijîn û li ber xwe didan. Lê piştî dagirkirinê tevkujiyeke mezin li dijî Çerkezan hat kirin û Çerkez neçarî koçberiyê bûn. Çerkez li Behra Reş siwarî keştiyên biçûk kirin û ber bi Osmaniyan ve bi rê kirin. Tevî ku keştî têrî ew qas kesan nedikir jî mirov li ser hev keştiyan siwar kirin û bi rêkirin. Keştî ber bi ne diyarbûneke vê bi rê kirin e. Zarok, jin, pîr û kal ji ber nexweşiyan di keştiyê de jiyana xwe ji dest dan e. Ew koçberî di heman demê de pêvajoya tunekirinê bû. Ew tunekirin encama koçberbûna ji welatê xwe û dûrbûna ji ziman û nirxên xwe bû. Piştî Çerkez hatin Osmaniyan li herêma Balkanan bi cih kirin. Lê piştre jî dîsa Çerkez hatin sirgûnkirin û ew sirgûnî ber bi Rojhilata Navîn û Anatoliyayê ve kirin. Çerkezan bi vê sirgûniyê re bi krîza aborî, civakî û çandî re rû bi rû man.”
Dijminatiya Komarê li dijî Çerkezan
K’eref Albuz di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku di dema Komara Tirkiyeyê de jî bi hinceta serhildana Çerkez Ethem, Çerkez bûn hedefa êrişan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliya Çerkez û komarê jî bi Çerkez Ethem dest pê dike. Navê wî Ethem e. Lê bi zanebûn weke Çerkez Ethem yanî bi nasnameya Çerkezî hat pênasekirin. Di dersên dibistanê de jî weke ‘Xayin Çerkez Ethem’ hat xwendin. Bi vê yekê Çerkez jî tewanbar kirin. Ew jî bi xwe tramvayek bû. Yanî zarokek Çerkez dema diçû dibistanê dema ‘Xayin Çerkez Ethem’ didît bandor li ser dikir. Ji ber van sedeman piştî komarê di nava Çerkezan de bêdengiyeke mezin hebû. Piştî travmayên sirgûnî û tevkujiyê di komarê de jî bi xayintiyê hatin binavkirin. Vê yekê jî di Çerkezan de şikestineke mezin çêkir. Çerkez ji nasnameya xwe dûr ketin.”
Polîtîkayên bişaftinê ya li dijî Çerkezan
K’eref Albuz destnîşan kir ku piştî Komarê Çerkez ji aliyê ziman û çande vê jî rastî polîtikayên bişaftinê hatine û wiha axivî: “Li dibistanan Tirkî dihat ferzkirin. Zimanê me jî li hemû saziyên fermî qedexe bû. Çerkezan nedikarî navên xwe bidin zarokan û ji ber zextan ditirsiyan navê Çerkezî jî bikar bînin. Ev jî bû sedem ku Çerkezî bi tenê di malan de were axaftin. Lê Çerkez xwedî çand, wêjeya devkî û dîrokek kevnar e. Piştî van polîtîkayên zextê Çerkez li ser dîroka xwe rawestiyan û li ser ziman û dîrokê hînbûn çêbûn. Di dema Osmaniyan de dibistanên Çerkezan hebûn û Çerkezan li ser ziman û çanda xwe perwerdehî dida. Lê piştî komarê zimanê Çerkezî hat qedexekirin û weke gelên din polîtîkayên Tirkkirinê hat ferzkirin. Berê hemû Çerkezan bi zimanê xwe dizanî û piştî diçûn dibistanê di encama ferzkirina fêrîkirina Tirkî de, zimanê xwe ji bîra kirin. Lê di encama ferzkirina Tirkî de êdî zimanê me di nav civakê de kêm bû. Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Em piştre hîn bûn mafê me yê bingehîn ji me hatiyê dizîn. Windabûna zimanê dayikê windabûna bîra civakî ye jî. Ji bo hînbûna ziman jî tu çavkaniyên me tune bûn. Lê piştî ku em bi welatê xwe re ketin nava dan û standinê em hîn bûn ku tîpên me yên kîrîl hene û me dest bi hînbûna ziman kir. Di van salên dawî de jî xebatên li ser fêrkirina ziman zêde bûn. Her wiha di van salên dawî de xwedîderketina li ziman jî xurt bû û civaka me fêrî zimanê xwe dibe.”
‘Komara Demokratîk dikare çareseriyê bîne’
K’eref Albuz derbarê nîqaşên li ser Komara Demokratîk ku mafê hemû gel û baweriyan bê naskirin de jî ev nirxandin kir: “Nîqaşa Komara Demokratîk bi destpêkirina pêvajoyê re li ser Kurdan tê pênasekirin. Ev jî bi polîtîkbûyin û encama têkoşîna Kurdan e. Lê Çerkez û gelên bindest ên din hê ne di wê astê de ne ku mafên xwe bi paş ve bigirin. Kurd xwedî hejmareke mezin û welatekî ne. Lê gelên din ne wisa ne. Helbet rewşenbîr û aktivîstên Çerkez jî li pey mafekî demokratîk in. Lê weke Kurdan potansiyeleke ku daxwazên xwe dayne holê tune ye. Lê helbet Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike dikarê bibe çareserî. Helbet têkoşîneke hevpar a gelên bindest bi hev re hewce ye. Lê weke Çerkezan em hê nehatinê asteke wisa. Em bi Kurdan re dikarin li ser serpêhatiyên wan ên têkoşînê bikevin nava dan û standinê. Em wan hîn bikin bê ka di têkoşînê de çawa serkeftin tê bidestixistin. Ez bi Kurdan re dikarim wisa bikevim nava dan û standinê. Helbet rast e divê gelên bindest têkoşîneke hevpar bidin lê di serî de divê hevdu nas jî bikin.”
Sibê: Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexekar de rewşa Lazan













