Li Minbicê şerekî giran heye. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî dîl hatin girtin.
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de ji doh bi şev û vir ve li navenda bajarê Minbicê şerekî giran diqewime. Wesayiteke çeteyan ku li Minbicê ketin kemîna şervanan, li gel çeteyên tê de hatin îmhakirin. Li Dêr Hafirê jî 2 wesayitên çeteyan hatin îmhakirin. Di serî de navenda bajêr gundên li derdorê û qadên Qereqozaq û Sirînê bi dehan caran ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin bombekirin. Şerê li Minbicê bi giranî dewam dike.