Serokê DYAyê Donald Trump ê tevlî bernameyekê bûye destnîşan kir ku ew bi Îranê re li hev kirine û got ku Îran dê nebe xwedî çeka nûkleerî û got: “Me îro bi Îranê re şer bi dawî kir.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ê bi telefonê tevlî bernameyekê bûye derbarê şerê bi Îranê re hin agahî parve kirin û got: “We bihîst nizanim, me îro bi Îranê re şer bi dawî kir. Qebûl kirin ku dê tu carî nebin xwedî çeka nûkleerî. Ji sedî 95ê armanca me ev bû.”
Serokê DYAyê Donald Trump da zanîn ku lihevkirin di asta êrêkirina Îranê de ye û bilêv kir ku wan ji ber lihevkirinê êrişên ku dê di 11ê Hezîranê de bikirina, betal kirine.













