Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê destpêkir. Beşdaran di rûniştina yekemîn de bal kişandin ser azadiya gelan û gotin ku heta gelek azad nebe, zimanê wan jî pêş nakeve.
Roja ewil a Sempozyûma 2yemîn ya “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Di eywanê de pankartên “Her netew bi zimanê xwe heye, ziman hebûne” û “Perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafeke bingehîn û gerdûnî ye” hatin daliqandin. Ewilî di sempozyûmê de hevserokê Egîtîm Senê Mûrat Atabay, Endamê Lijneya Zimanê Kurdî ya Egîtîm Senê Lokman Babat û mêvanê rûmetê nivîskar û zimanzan Nezîr Ocek axaftinên vekirinê kirin. Gelek ziman hez tev li sempozyûmê bûn.
‘Xebatên zimanê Kurdî weke pêşbirkê tê dîtin’
Hevserokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay, axivî û diyar kir ku zimanê Kurdî hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê gel ve di nava xetereyê de ye. Mûrat Atabay, destnîşan kir ku dewlet Kurdî qebûl nake, nahêle miriyên xwe bi Kurdî veşêrin, di nava tenduristiyê de, di nava olê de Kurdî nîne. Mûrat Atabay, da zanîn ku dewlet ji bo bişaftinê hertiştî dike û wiha got: “Em jî mixabin li Kurdî baldar nînin, em bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin, danûstandinên me ne bi Kurdî ne û di nava gundên me de jî Tirkî hatiye bicihkirin. Berê nav Tirkî ziman Kurdî bû, lê niha nav bûne Kurdî axaftin bûne Tirkî. Otoasîmîlasyona di nava me de gelekî zêde bûye. Divê em ji bo pêşîgirtina vê yekê xebatan bimeşînin û Egîtîm Sen jî li ser vê mijarê radiweste û komxebatan dike. Lê, ev tenê têra nake ku em xetereya ku Kurdî di nav de ye xelas bike. Saziyên me jî xebatên li ser vê mijarê nakin û xebatên zimanê Kurdî weke pêşbirkekê tê dîtin.”
‘Tenê bi hewldanên me Kurdî ji bişaftinê xelas nabe’
Endamê Lijneya Zimanê Kurdî ya Egîtîm Senê Lokman Babat, mêvanê rumetê yê par mamoste Îbrahîm Sungurî bi bîr anî. Lokman Babat, da zanîn ku ew dîsa bi awayekê serfiraz ji bo sempozyuma duyemîn li hemberî gele xwe ne û wiha berdewam kir: “Em îro van xebatan bi saya sere pakrewanan vê roja dîrokî dikarin darbixin. Bî vê mînasebetê ez hemû pakrewanan bi rêzdarî bibîr tînim. i parve em xebatên xwe di hefteya cejna zimanê Kurdî de digehînin asta herî jor û bi Sempozyuma Zimanê Kurdî ve dixemilînin. Mixabin ji ber kû xebatên ziman bi awayekî fermî nayê meşandin û dewlet berpirsyarîya xwe nayne cih û pîştgirîyê nade zimanê Kurdî ev barê giran li ser milên xemxwurên ziman, sazîyên wekî me, weşanxaneyan di mîne. Lê em dizanin bi van hewldanên me tenê zimanê me wê ji ber xetereya pişaftinê rizgar nebe. Pewîstîya me bi gelek xebatan heye. Ji ber wê jî em her sal ji bo sempozyuma xwe mijarek vedibijêrin. Me îsal mijara xwe wekî “SOSYO-POLÎTÎKAYA ZIMAN” bijart û mêvanên me yên hêja wê dî nav vê çarçoveyê de nêrîn û ramanên xwe bînin ziman.”
‘Divê mirov azad be ku afirînerî ji hebe’
Herî dawî mêvanê rûmetê nivîskar û zimanzan Nezîr Ocek axivî û bal kişand ser qelsbûna edebiyata Kurdî. Nezîr Ocek, diyar kir ku hezar sal beriya niha edebiyata Kurdî bi saya gelek kesayetan pêşketiye. Van kesan li dû xwe gelek berhem hiştine û li herêmên weke Colemêrg, Botan û Bazîd ji ber ku serbixwe bûn gelek nivîskar derketine. Lê mixabin em nikarin niha behsa kesên wiha bikin ku afirîner in. Gelên ku bindest bin zimanê wan kifilkirî ye, destên wan kelemçekirî ne. Divê mirov azad be ku afirînerî ji hebe. Divê em rûmeteke gelek mezin bidin nivîskarên xwe. Heke miletek qedrê nivîskarên xwe nezane, bi ser nakeve.”
Piştî axaftinan, rûniştina yekemîn bi moderatoriya Mazlûm Kanîwar dest pê kir. Werger û Nivîskar Ánne Márjá Guttorm Graven ku ji Norveçê hatiye, behsa “Rewşa Çand û Zimanê Gelê Samî yê Norveçê” kir û Şerefxan Cizîrî jî bal kişand ser “Sosyo-polîtîkaya Zimanê Kurdî ya li Bajarên Ewropayê”.
Dewleta Norveçê gelê Samiyan bişaft
Di rûniştina ewil de Ánne Márjá Guttorm Graven beriya ku dest bi axaftina xwe bike bi zimanê Samî stranek got. Dû re Ánne Márjá Guttorm Graven behsa hejmara Gelê Samî û kesên zimanê Samî diaxivin kir. Ánne Márjá Guttorm Graven, anî ziman ku li Norveçê herî zêde li 2 bajaran ku dikevin Bakûrê Norveçê zimanê Samî tê axaftin. Ánne Márjá Guttorm Graven, wiha domand: “Li van her 2 bajaran jî hejmara kesên Samî dixavin nêzî 3 hezar in. Çand û zimanê gelê Samiyan li her derê heman e. Li tevahî cîhanê nifûsa Samiyan di navbera 50 hezar û 80 hezaran digûhere. Ji van jî tenê 20 hezar kes zimanê Samî diaxive. Tenê li Bakûr zimanê Samî tê axaftin û li cihên din ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Divê gelê me ziman û çanda Samî biparêze. Piştî nasnameya Norveçî pêşket, gelê Samî rastiyê bişaftinê hat. 1902yan de qanûnek hat derxistin û hat diyar kirin ku tenê kesên Norveçî diaxivin dikarin mal û milk bikirin û bifiroşin. Vê yekê zextek mezin li ser gelê me kir.”
‘Siyaseta ziman divê dewlet bimeşîne’
Şerefxan Cizîrî, bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li Ewropa û behsa pêşketina Kurdî kir. Şerefxan Cizîrî, wiha got: “Kurd li herî zêde li Stockholm, Parîs û Berlînê hene û xebatên xwe yên çandî û siyasî dikin. Heta 1960an li Ewropayê polîtîkayên bişaftinê di asta herî jor de bû. Piştî 1960an ev rewş guherî û li Stokholm a paytexta Siwêdê dewletê alîkariya weşangeriyê kir û Kurdan jî, ji vê yekê sûd girt. Siyaseta ziman divê dewlet bimeşîne, divê dewlet bi saziyên xwe piştgiriya ziman bike.”
Sempozyûm berdewam dike.