• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

Bazîd Evren / AW

19 GULAN 2025 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Akademîsyena Zanîngeha Dûhokê Dr. Kazhal Fedakar ku ji bajarê Sînê yê rojhilatê Kurdistanê tev li Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” bû, diyar kir ku hemû desthilat dixwazin zimanê xwe belav bikin û got: “Divê em parastina ziman bikin hinceta berxwedanê.”

Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê ku li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. Sempozyûma ku têr û tije derbas bû gelek rewşenbîr û zimanhezên Kurd li hev civiyan û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî gûftûgo kirin. Ji rojhilatê Kurdistanê jî akademîsyenên Kurd Dr. Kazhal Fedakar ku amademisyenê Zanîngeha Dûhokê ye tev li sempozyûmê bû û bi mijara xwe bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê Kurdî.

‘Divê mirov li mala xwe dest pê bike’ 

Dr. Kazhal Fedakar ji bo ajansa me axivî û bal kişand ser têkiliya di nava netew û ziman de. Dr. Kazhal Fedakar kêfxweşiyên xwe yên ji bo xebata Egîtîm Senê diyar kir ku ziman beşekî nasnameya miletan e. Dr. Kazhal Fedakar da zanîn ku heke ziman, çand û hunera nebe milet jî nabin û got: “Ez wisa dibînim ku ji bo zimanê Kurdî tevgere baş heye û li Rojhilat jî eleqeya ji bo ziman gelekî baş bûye. Kesek heke li mala xwe Kurdî neaxive, li derên din jî naaxive. Lewma divê mirov li malê dest pê bike. Ez rexneyekê li Bakuriyan dikim, çima di malên xwe de Kurdî naaxivin? Sedema vê yekê ez jî nizanim, li Rojhilat ne wisa ye. Em hemû di malên xwe de Kurdî diaxivin û her wiha li Rojhilata di hemû qadan de Kurdî tê axaftin.”

‘Zimanê Kurdî ti caran namire’

Dr. Kazhal Fedakar bal kişand ser cudabûna parçeyên Kurdistan û bi lêv kir ku Başûr serbixwe ye û axaftina Kurdî heye, zanîngehên wan ên Kurdî hene. Dr. Kazhal Fedakar da zanîn ku li 3 parçeyên din divê xwe ji Erebî, Tirkî û Farisî rizgar bikin û wiha pê de çû: “Ez nabêjim ku hîn nebin, neçarî em ê hîn bibin ji xwe. Lê, divê fêrbûna van zimanan ji bo nehînbûna Kurdî nebe hincet. Tu dikarî gelek zimanan hîn bibî, lê divê zimanê te yê sereke hertim Kurdî be. Zarokek ku li malê Tirkî biaxive karesat e ji bo Kurdan. Heke mirov bi Kurdî nenivîsîne, nexwîne dê lawaz bibe û zimanê Kurdî li cîhanê zimanekî sereke ye. Mirin ji bo Kurdî nîne, Kurdî ti car namire, gelek diyalektîkên cûr be cûr ên Kurdî hene û dewlemend e.”

‘Parastina ziman erka me ye’

Dr. Kazhal Fedakar diyar kir ku hemû desthilat dixwazin zimanê xwe belav bikin û got ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî ev tişt wisa ye. Dr. Kazhal Fedakar, destnîşan kir ku her desthilat siyaseta zimanê xwe dikin û wiha bi dawî kir: “Ev yek ji bo me divê bibe armanca berxwedanê ku em bikaribin Kurdî biparêzin. Bi rêyên wêje, nivîsîn û çalakiyên cûr be cûr em dikarin ji bo zimanê xwe bixebitin û ev yek erka me ya herî mezin e. Hêviya min ew e ku ew kursiyên li vir ji bo çalakiyên zimanê Kurdî her tim tije bibin û her kes ji Kurdîtî û Kurdayetiyê hez bike.”

Etîket: Dr. Kazhal FedakarDuhokSempozyûma zimanWanZimane Kurdi
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

15 TEBAX 2025
Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

Li Wanê dê mîtînga ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ li dar bixin

13 TEBAX 2025
Halîde Turkoglû: Li dijî polîtîkayên dewletê erka me xweparastin e

Halîde Turkoglû: Li dijî polîtîkayên dewletê erka me xweparastin e

12 TEBAX 2025
Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025
Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

30 TÎRMEH 2025
Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

29 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (257)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne