Komên çeteyan ên xwe dispêrin Tirkiyeyê bi obîsan 2 gundên bajarê Kobanê yê kantona Firatê topbaran dikin.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çeteyan ên ên xwe dispêrin Tirkiyeyê bi obîsan gundên Zormixar û Ehmed Munîr ên li rojavayê bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.
Têkildarî hirgûliyên êrîşî agahî bidest neketin.
Heta niha komên çeteyan li Eyn Îsa, Minbic û Tebqa û Reqa jî gund tob paran kiribûn. Li aliyê din êrîşên hewayî yên bi SÎHAyan jî didomin.