Amed – Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê sepanên qeyîman û konferansa Rêveberiyên Herêmî de destnîşan kir ku encama herî bingehîn a ku ji konferansê derket ew e Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî ya bihêz û beşdariya rasterast a gel a di rêveberiyê de dikare were avakirin.
Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adar a 2024an de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ku bi rêjeyeke bilind a vîna gel hatibûn hilbijartin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezifeyê hatin dûrxistin û Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wekî qeyim tayînî şûna wan hate kirin. Ev destwerdana ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve rastî bertekên mezin hatin, wekî derbeyeke li dijî demokrasiya xwecîhî û pergala hevserokatiyê ya ku li ser bingeha jinan ava bûye, hat nirxandin. Ev yek li dijî îradeya gel û pergala hevserokatiyê, bi taybetî di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” heye de wekî astengiyeke mezin a li pêşiya çareseriyê hat nirxandin. Di vê qonaxê de di 6-7-8 û 9ê Hezîranê Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk li Amedê hate lidarxistin. Di 6 û 7ê Hezîranê de Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û di 8 û 9ê Hezîranê de jî Konferansa Giştî hate lidarxistin. Konferans bû navenda sekna li dijî polîtîkayên qeyiman. Di dawiya vê konferansê de encamname hat xwendin û biryarên girîng hatin girtin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr bandora polîtîkayên qeyiman û nirxandinên xwe yên li ser encama konferansê ji ajansa me re parve kir.
‘Desteserkirina şaredariyên gel baweriya bi demokrasiyê lawaz dike’
Devrîm Demîr diyar kir ku gelê Mêrdînê bi awayekî zelal îradeya xwe li ser sindoqên dengdanê nîşan da û wiha got: “Lê belê, tayînkirina qeyiman, desteserkirina vê îradeya gel, bi rêya destwerdanên îdarî û siyasî ye. Pirsgirêk ne tenê rêveberiya şaredariyekê ye, jiholêrakirina mafê bijartin û hilbijartinê yê gel e. Em tayînkirina qeyûman weke tasfiyekirina siyaseta demokratîk dibînin. Desteserkirina şaredariyên gel a bi biryarên îdarî baweriya bi demokrasiyê lawaz dike û bandorek neyînî li ser aştiya civakî jî dike. Paşguhkirina îradeya gel û israra di sepanên qeyiman de nêzîkatiyeke ku êdî nayê qebûlkirin e.”
‘Polîtîkayên qirkirina jinan rojevên sereke yên konferansa me bûn’
Devrîm Demîr destnîşan kir ku di Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî de, qeyranên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk yên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatin nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Di rêveberiyên xwecihî de rola jinan a di warê têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û beşdariyek demokratîk de bi perspektîfek berfireh a avakirina civaka demokratîk û birêxistinkirina cewherî hat nirxandin. Tecrubeyên modela hevserokatiyê ku rêgezên temsîliyeta wekhev û jiyana hevbeş a rêveberiyek demokratîk esas digire, hat nîqaşkirin; dîsa li ser rola jinan a pêşeng û bingehîn a di veguherîna civakî de hat destgirtin. Tundiya li dijî jinan, cudakarî, kedxwarî û polîtîkayên qirkirina jinan rojevên sereke yên konferansa me bûn. Encama herî bingehîn a ku ji konferansê derket ew e ku Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî ya bihêz û beşdariya rasterast a gel di rêveberiyê de dikare were avakirin. Konferansê pêwîstiya berfirehkirina desthilatên rêveberiyên xwecihî, xurtkirina demokrasiya beşdar û bidawîkirina wesayeta navendî destnîşan kir.”
‘Rêveberiyên xwecihî yên demokratîk stûnên xurt ên demokratîkbûna Tirkiyeyê ne’
Di dewama axaftina xwe de Devrîm Demîr anî ziman ku di konferansê de yek ji mijarên herî girîng jî peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû bû û wiha pêde çû: “Careke din di wê peyamê de jî destnîşan kiribû ku di pêşxistina demokrasiya xwecihî de rola rêveberiyên xwecihî diyarker û pêşeng e. Weke pêngava yekem a demokrasiyê û komunên demokratîk herêm nîşan dabû û gotibû ku ‘divê ne li ser bingehek navendî, desthilatdarî û yekdestdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin.’ Çareseriya pirsgirêkên siyasî, civakî û demokratîk yên ku Tirkiye bi salan e pê re rû bi rû maye, bi polîtîkayên ewlekariyê yan jî bi dûrxistina nûnerên hilbijartî ji kar nayê bidestxistin. Çareserî di xurtkirina siyaseta demokratîk, rêzgirtina li îradeya gel û garantîkirina fonksiyonên demokratîk ên rêveberiyên xwecihî de ye. Rêveberiyên xwecihî yên demokratîk yek ji stûnên herî xurt ên demokratîkbûna Tirkiyeyê ne, çareseriya aştiyan e û demokratîk a meseleya Kurd û lihevhatina civakî ne.”
‘Hedefên pêşîn ên polîtîkayên qeyim saziyên jinan e’
Devrîm Demîr bal kişand ser modela hevserokatiyê û ev nirxandin kir: “Modela Hevserokatiyê tenê ne modelek rêveberiyê ye, ev model garantiyek sazûmanî ya temsîliyeta demokratîk û wekheviya zayendî ye. Li bajarên weke Mêrdînê ku xwedî nasnameyek pirzimanî, pirçandî û pirolî ne, şaredariya pirzimanî yek ji amûrên girîng ya aştiya civakî ne. Di qada giştî de bikaranîna zimanê Kurdî, Suryanî, Erebî, Tirkî dihêle ku welatî xwe wekhev û bi qîmet hîs bikin. Em van cudahîyan ne wekî gef, wekî dewlemendiyek herî mezin a Mêrdînê dibînin. Ji ber wê ne tesaduf e ku yek ji hedefên pêşîn ên polîtîkayên qeyim saziyên jinan, pergala hevserokatiyê û xizmetên pirzimanî ne. Ji bo pergalê temsîlîyeta jinan a di mekanîzmayên rêveberiyê de û îradeya civakê ya xwerêvebirinê weke gefekê tê dîtin.”
‘Nexşeya me ew e ku hêza rêxistinkirî ya gel zêde bikin’
Devrîm Demîr anî ziman ku şaredariya gel ne tenê li ser bingeha xizmetên teknîkî yên ku ji avahiya şaredariyê têne birêvebirin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bingeha vê modelê di têkiliya bi gel re hatî avakirin de, di torên hevgirtinê yên li taxan hatine avakirin de û mekanîzmayên beşdariya demokratîk yên wekî komun û meclîsan de ye. Dibe ku bi tayînkirina qeyiman em ji şaredariyan derxistibin, lê îro em hîn jî bi gelê xwe re ne, guh didin pirsgirêkên wan û hewl didin ku bi hev re çareseriyan pêş bixin. Nexşeya me ew e ku hêza rêxistinkirî ya gel zêde bikin, beşdariya demokratîk biparêzin û di her şert û mercî de parastina demokrasiya xwecihî berdewam bikin.”
‘Jiyaneke azad, bi pêşengiya jinan û îradeya hevpar a gel mimkun e’
Di dawiya axaftina xwe de Devrîm Demîr diyar kir ku dema ku navendên jinan û projeyên ku ji bo jinan hatine avakirin têne girtin, peyama ku tê dayîn ew e ku cihê jinan di jiyana civakî û siyasî de tune ye û wiha got: “Ev hewldaneke ji bo pêşvebirina têkoşîn û destkeftiyên jinan e. Çawa ku avakirina van bidestkeftiyan di encama rê û rêwîtiyeke zor û zehmet de hat avakirin, îro jî em ji bo parastina wan ji her cureyê têkoşînê re amade ne. Îro ji xurtkirina rêxistinbûyîna jinan bigire heta têkoşîna li dijî her cureyê tundiyê nexşerêyek me ya xebatê heye û ji bo jiyanîkirina vê nexşerêyê em, bajarên ku di bin desteserkirina qeyiman de jî di nav de, li hemû qadên xwe yên xebatê têdikoşin. Jiyaneke azad û demokratîk tenê bi pêşengiya jinan û îradeya hevpar a gel mimkun e.”










