*Birayê endama Meclisa Dayikên Aştiyê Munîbe Koç ku di van rojên dawî de jiyana xwe ji dest da, Adem Yilmaz anî ziman ku Munîbe Koç hertim ji bo azadî û aştiyê di nava têkoşînê de bûye û wiha got: “Baweriya wê ya aştiyê her tim hebû. Ji xwe û rêxistina xwe bawer bû.”
*Li Stenbolê dê di 21ê Hezîranê de li navçeya Umraniyê komeleyek zimanê Kurdî yê bi navê Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) tê damezrandin. Di komeleyê de ji bo zarok û ciwanan bernameyên çandî û Kurdî bên lidarxistin. Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr derbarê ava kirina komeleyê axivîn û wiha gotin: “Zimanê Kurdî di nava xetereyekî mezin de ye. Zimanxane bi awayekî komunî hat avakirin. Gelê me li Zimanxaneyê Kurdî biaxivin û bijîn. Armanca komeleyê ya serekê danîna perwerdeya bi Kurdî ye. Em bi rêya vê komeleyê dixwazin ziman û dîroka Kurdî hîn bikin.”
*Parlamentera Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ya berê Hazla Sulîman der barê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de destnîşan kir ku di şerê cîhanê yê 3yemîn de yekitiya Kurdan di asta jiyanî de ye û wiha got: “Li parçeyên Kurdistanê aktorên siyasî kîjan demê bûn yek, li wir serkeftineke mutleq hat mîsoger kirin.”
*Endamê Baroya Êlihê parêzer Mehmet Şîrîn Arslan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin, diyar kir ku gotin û kiryarên dewleta Tirk ên derbarê pêvajoyê de hevûdin nagirin û wiha got: “Ji bo ku aştiyeke mayînde bê herêmê, birêz Ocalan û rêxistina wî destê xwe xistine binê kevir û çi ji destê wan tê dikin.”
*Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê sepanên qeyîman û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku polîtîkayên qeyîman bi hêviyên aştiya civakî re nakokiyan ava dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo pergalê temsîlîyeta jinan a di mekanîzmayên rêveberiyê de û îradeya civakê ya xwerêvebirinê weke gefekê tê dîtin.”
*Endamê Desteya Rêveber a EGEÇEPê Parêzerê Jîngeh û Ekolojiyê Arîf Alî Cangi bal kişand ser biryarên Serokkomarê Dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan ên ji bo derxistina qadên ji sînorên daristanan û destnîşan kir ku desthilata siyasî li dijî Destûra Bingehîn sûc dike. Arîf Alî Cangi diyar kir ku ji bilî xwedîderketina gelê herêmê ya li daristanan tu rêyeke din nîne.
*Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê ku bi pêşengiya Şaredariya Tûşbayê û hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin û dê 4 rojan bidome, di roja 2yemîn de berdewam dike. (13.00 – 18.00)
*Bi beşdarbûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li Sêrtê bi gel re civîn bên lidarxistin û dê derbarê Pira Botanê de daxuyanî bê dayîn. (11.00-20:00)
Kirmanckî
* Parlamentara verên a Partîya Komunîst a Kurdîstanî (KKP) Hazla Sulîman derheqê ‘Yewbîyayîşê Neteweyî yo Demokratîk’ û prosesê aştî yê vakurî qisey kerd û wina vat: “Nê Şerê Dinya yê 3. de yewbîyayîşê kurdan seba ma heyatî yo.” Aye veng da hukmatê Tirkîya ke seba serkewtişê prosesî gamanê krîtîkan bierza û muxatabê bingehîn Rayberê Şarê Kurdî Abdullah Ocalanî serbest verado.








