Agirî – Dîroka Kela Bazîdê ku di nava berhemên dîrokî yên Bazîdê de cihekî taybet digire, digihije serdema Ûrartûyan û tê gotin ku beriya zayînê hatiye çêkirin.
Navçeya Bazîdê a Agiriyê bi dîroka xwe ya kevnar ve balê dikşîne li ser xwe. Dîroka Bazîdê ku heya serdema Ûrartûyan diçe, bi berhemên ji Ûrartûyan mayî xemiliye. Kela Bazîdê ku 7 kîlometreyan ji bajêr dûr e û dikeve rojhilatê bajêr, berhemek ji serdema Ûrartûyan e. Nayê zanîn ku Kela Bazîdê kengî hatiye çêkirin, lê ji aliyê lêkolîneran ve ‘gorên bikevir ên Ûrartûyan” ên ku ji bz. (beriya zayînê) di navbera sedsalên 13emîn û 9emîn de hatiye çêkirin, hatine dîtin. Ev yek jî dide nîşan ku Kela Bazîdê ji beriya zayînê û ji serdema Ûrartûyan maye.
Kela Bazîdê bi kevirên sor hatiye çêkirin
Kelha Bazîdê, li ser zinareke asê hatiye çêkirin û gelek beşên wê hilweşiyan e. Mîmariya kelê gelekî balkêş e û bi kevirên sor ku semboleke mîmarî ya herêma Bazîdê ye hatiye çêkirin. Girêdayî bircan her 5-6 metran nêrîngeh (kuleya çavdêriyê) hatine bicihkirin û ev nêrîngeh gilover in. Di nava kelê de gelek gor jî hene û nehatine tespîtkirin ku ev gor ên kê ne. Li gorî lêkolînên me heta niha ti lêkolînên arkeolojîk li vir nehatine kirin û heke hatibine kirin jî, ji raya giştî re nehatine parvekirin. Lewma der heqê kelê de gelek kêm agahî tên zanîn. Her wiha hinek beşên kelê hatine restorekirin û heta niha Kela Bazîdê hatiye parastin. Lê, gelek beşên kelê ji ber nelênêrînê hilweşiyan e û winda bûne.
Dêr veguherîne Mizgeftê
Li kêleka Kela Bazîdê dêreke ku ew jî nayê zanîn ku di kîjan serdemê de hatiye çêkirin cih digire. Di serdema Yavûz Sûltan Selîm ê padîşahê Osmaniyan de di navbera Osmaniyan û Safeviyan de di 1514an de Şerê Çildêran hat kirin û di encama vî şerî de Osmaniyan bi alîkariya Artêşa Kurdan qezenç kir. Piştî vê yekê ev dêr, ji hêla Osmaniyan ve veguherî Mizgeftek bi qubeya navendî û yek minareyê. Piştî qûntara ku dêr tê de ye hat rastkirin, bi lêkirina dîwar re teraseke şênber hat çêkirin û ev mizgeft li ser hat çêkirin. Ev mizgefta ku ji kevirê sor hatiye çêkirin, çargoşe ye û 15-20×15-20 metre ye û yek qube ye. Mizgeft bi awayekî xwerû ankû sade û mîna mîmariya Kela Bazîdê hatiye çêkirin û di nava dîroka bajêr de cihê xwe digire.