Amed – Keskîn Bayindir destnîşan kir ku Banga 27ê Sibata 2025an ne tenê agirbest e, di heman demê de îradeyek ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd e û destnîşan kir ku heta zemîna qanûnî neyê amadekirin aştî nayê pêkanîn.
Ji banga 27ê Sibata 2025an a Rêber Apo re ber bi îro ve salekê zêdetir dem derbas bû. Hêj jî ji bo pêvajo pêş bikeve ji aliyê hiqûqî ve tu gav nehatin avêtin. Polîtîkayên mijûlkirinê yên dewletê dike ku pêvajo nediyar dibe.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê pêvajoyê û amadekirina qanûnan ji ji ANFê re axivî.
‘Ne ji bo rojekê lê jib o rizgarkirina paşerojê bi xwe ye’
Keskîn Bayindir diyar kir ku banga 27ê Sibatê ne tenê agirbestek bû, di heman demê de îradeyeke çareseriyê ya dîrokî danî holê û got: “Dema ku ev pêvajo hate nirxandin divê mirov derziyê li cihê rast ve bikin. Yên ku îro ji qanûna aştiyê ditirsin divê lê bipirsin bê fatûreya polîtîkayên şer ên bi salan ji aliyê kê ve hatiye dayin. Îradeya ku Birêz Ocallan di 27ê Sibata 2025an de danî holê, bangeke agirbestê ya ji rêzê nebû. Ew îdîa ye ku girêka sed salî ya vê erdnîgariyê bi rêbazên demokratîk veke. Di heman demê de li şûna siyaseta şer û înkarê, pêşniyara hevpeymaneke civakî ya nû ye ku xwe dispêre welatîbûna azad. Bi vî rengî ne ji bo rojekê ye, lê rizgarkirina paşerojê bi xwe ye.”
‘Xurt bin ditepisînin, lawaz bin li dora maseyê rûdinin’
Keskîn Bayindir nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê rexne kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li gel sal û nîvek a ku di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûye, dewletê gaveke şênber a qanûnî neavêtiye ku ev yek tesadufî nîn e. Ev yek encamek ji refleksa parastina statûkoyê ye. Aqlê dewletê xwedî wê kevneşopiyê ye ku çareseriyê ji demê re bihêle û bi vî rengî birizîne. Îro jî heman rêbaz di dewrê de ye. Desthilatdarî aştiyê ne weke hevpeymaneke civakî, lê belê weke amûreke taktîkî dibîne ku temenê xwe yê siyasî pê dirêj bike. Ji ber vê jî pêşveçûna pêvajoyê giran dike, li rewşeke nediyar mehkûm dike. Tirkiyeyê hîn nekariye bi temamî xwe ji wê stratejiyê rizgar bike ku bi înkarkirina Kurdan li ser piyan bimîne. Ji salên 1990î heta bi pêvajoya Osloyê, tecrûbeyên rû dan li holê ne. Dewletê her tim bi feraseta ‘Dema xurt bim ez ê bitepisînim, dema lawaz bim ez ê li dora maseyê rûnêm’ tevgeriya. Îro jî heman şaşitiyê dubare dike. Halbûkî Kurd êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye, lê di nava hevsengiya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de aktorekî girîng e. Tirkiye eger bi gelê Kurd re aştiyeke demokratîk û bi rûmet çêneke, wê îdîaya xwe ya bûyîna hêza herêmî ji dest bide û bibe welatekî welê ku li destwerdanên derve re vekirî be.”
‘Daxwaza aştiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye’
Di berdewama axaftina xwe de Keskîn Bayindir anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber siyaseta şer pirsgirêkên aboriyê gihîştiye asta herî bilind û got: “Di bingeha xizaniya giran a vî gelî de polîtîkayên ewlekarîperest heye ku bi salan e dewam dike. Beşeke mezin a budçeyê ji şer re hate veteqandin. Her roja ku qanûna aştiyê neyê derxistin keda kedkaran vediguhere bombe û fîşekê. Ji ber vê jî daxwaza ji bo aştiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye; di heman demê de daxwaza ji bo nan û edaletê ye. Her ku hûn aştiyê dereng dixînin hûn xizaniya gel mezintir dikin.”
‘Berpirsyariya desthilatdariyê mezin e’
Keskîn Bayindir da zanîn ku muxalefet nekariye ji nava sînorên ku desthilatdariyê diyar kiriye derkeve û got: “Berpirsyariya desthilatdariyê mezin e lê belê muxalefet jî li derveyî vê tabloyê nîn e. Feraseteke siyasetê ya ku meseleya Kurd tenê di dema hilbijartinê de tê bîra wê, êdî îflas kiriye. Divê muxalefet derkeve derveyî sînorê ewlekariyê yê ku desthilatdariyê diyar kiriye û sekneke demokratîk a rasteqîn nîşan bide. Li dijî polîtîkayên qeyûm ne tenê bi gotinê lê bi sekneke pratîkî divê helwestê nîşan bide. Nexwe wê bibe parçeyek ji vê rewşa xitimandî. Heta ku çarçoveyeke qanûnî ya şênber neyê afirandin pêvajo di her kêliyê de dikare belav bibe. Desthilatdarî hewl dide bi îdîayên li ser mekanîzmayên ‘tespît’ û ‘piştrastkirinê’ demê bi dest bixe. Halbûkî di pêvajoyekê de ku çek li dewrê hatiye derxistin, divê sererastkirin bêne kirin ku pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Derxistina qanûneke çarçoveyê wê ewlekariya pêvajoyê pêk bîne û pêşî li krîzên gengav bigire.”
‘Her ku siyaseta demokratîk xurt bû muzakere jî xurt dibe’
Di dawiya axaftine xwe de Keskîn Bayindir destnîşan kir azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê tevkariyeke gelekî mezin li pêvajoyê bike û got: “Ji bo pêvajo dewam bike gava herî jiyanî rakirina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Heta ku azadiya Birêz Ocalan neyê pêkanîn nepêkan e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Bi tecrîdkirina muxatab re aştî nayê avakirin. Tecrûbeyên dîrokî ev yek bi şênberî nîşan daye. Ji destpêkê ve hate gotin ku ev pêvajo pêvajoyeke têkoşînê û muzakereyê ye. Her ku siyaseta demokratîk xurt bû muzakere jî xurt dibe. Eger gavên pêwîst neyên avêtin, gel wê her cûre berdêlê bide ber çavên xwe û avakirina demokratîk pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku aştiya rasteqîn qenciya serdestan nîn e, lê mafek e ku bi têkoşîna gelan tê bidestxistin.”













