Stranbêj Neslîhan Edîş di Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê de derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Gelê Amedê bi al û formayên Amedsporê qad xemiland.
Bi armanca hestiyariyê ji bo keda xwe ava bikin û çand û hunera xwe bidin nasîn 2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê hat lidarxistin. Gelek hevşaredarên jin ên şaredariyên navend û navçeyan, jin, nûnerên sendîkayan, jin û aktîvîst tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtina 2yemîn a îsal li Qada Şêx Seîd bi coşeke mezin hate pêkanîn. Di hevdîtinê de standên piştgiriya keda jinan hat vekirin û jinan standên cilên herêmî, berhemên gundan ên xwezayî, xwarinên malê vekirin.
Di roja dawî stranbêj Neslîhan Edîş bi minasebeta vê rojê derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand.
Destpêka konserê de stranbêj Neslîhan Edîş, di salvegera 1emîn wefata Sirri Sureyya Onder de ew bi bîr anî û her wiha şampiyoniya Amedsporê jî pîroz kir. Gelê Amedê jî bi al û formayên Amedsporê qad xemiland.
Konser bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.














