Walîtiya Şirnexê 14 herêmên Şirnexê ku talana ekolojîk lê didome, ji bo 15 rojan qedexe kir.
Waliyê Şirnexê, 14 herêmên weke Cudî, Gabar, Besta, Feraşînê, Kela Memê, Altindaglar û Oymakaya yên ku talankirina ekolojîk lê didomin qedexe kir. Walîtî herêm weke “herêmên taybet ên ewlekariyê ya demkî” îlan kir û ji bo 15 rojan ketina van deveran qedexe kir.