Batman Petrolsporî deplasmanê bi Sîncan Belediye Ankaraspor re lîst. Batman Petrolspor bi gola ku di deqeya dawî de avêt 3-2 bi ser ket û şampiyonaya xwe teqez kir.
Di hefteya 33yemîn a Koma Spî ya Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de tîma pêşeng a Batman Petrolsporê çû Enqereyê û bi Sîncan Belediye Ankarasporê re lîst. Batman Petrolspor zû dest bi maçê kir û di deqeya 7emîn de bi gola Kerîm Freî 1-0 li pêş ket. Sîncan Belediye Ankaraspor di deqîqeya 41an de bi gola Şahîn Fistikçi re skor kir 1-1. Dewreya yekem a maçê wekhev bi dawî bû. Di dewreya duyemîn de Sîncan Belediye Ankarasporê di deqîqeya 69an de bi gola Samet Emre Gunduz 2-1 pêş ket. Lê Batman Petrolspor dev ji maçê berneda. Rahman Bûgra Çagiran di deqeya 78emîn de gol avêt û skor kir 2 û 2. Di deqîqeya 94an de Abdûrrahman Emîr Alagoz gol avêt û bi vê golê re Batman Petrolspor 3-2 bi ser ket.
Batman Petrolspor bi vê serkeftinê re pûanê xwe kir 79 û beriya ku sê hefte mane lîg biqede şampiyontiya xwe teqez kir








