• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    Li Kerkûkê balafireke bêmirov hate xistin

    Li Kerkûkê balafireke bêmirov hate xistin

    Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

    Amerîkayê Lîwaya 82yemîn ya Paraşûtê li Rojhilata Navîn bi cih kir

    Li Rojhilatê Kurdistan, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê êriş û teqînên mezin

    Li Rojhilatê Kurdistan, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê êriş û teqînên mezin

    Hezên leşkerî yên Tirk ji Bexdayê vekişiyan

    Hezên leşkerî yên Tirk ji Bexdayê vekişiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Herekolê bihişteke veşartî: Zozanên Çemê Karê

Mahmût Altintaş / AW

6 HEZÎRAN 2025 - 08:14
Kategorî: CIVAK, EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Zozanên Çemê Karê ku di bin qontarê Çiyayê Herekol de ye bi hemû xweşikiya xwe welatiyan mest dike. Zozan bi kulîlkên reng bi reng xemilîne û çemê şîn ku di nav çiyayan de derbas dibe weke biştekê xuya dike.

Li Şirnexê bi hatina demsala havînê û germbûna hewayê re welatiyên Şirnexê û koçeran berê xwe dane çiya û zozanan. Kurdistan ku bi xweza û çiyayên xwe bi nav û denge xweşikiya zozan û çiyayan di vê demsalê de bi hemû renginiyê, xwe dide der. Bajarê Şirnexê jî yek jî bajarê Kurdistanê ye ku bi zozan û çiyayên xwe nav û deng e. Yek jî ji van çiyayan çiyayê Herekolê ye. Çiyayê Herekolê çiyayekî bi heybet e û di navbera navçeya Perwarî ya Sêrtê û navenda Şirnexê de ye. Çiyayê Herekol çiyayekî asê ye û ji ber heybetiya xwe bû ye yek jî cihê parastina Kurdan. Her wiha gelek cûreyên giya û sewalan jî reng û jiyanê didin çiyayê Herekolê. Welatiyên ku diçin ser wî çiyayî ji ber dewlemendî û xweşikiya xwezayê mest dibin.

Gelek Zozan li Çiyayê Herekolê hene. Ji ber çavkaniya avê li zozanên Herekolê zêde ne û gelek cûreyên giyayan jî li wan çiyayan hene, welatî piranî berê xwe didin zozanên Herekolê. Yek jî ji van zozanan zozanên Çemê Karê ye. Zozanên Çemê Karê li ser navçeya Perwerî ya Sêrtê dimîne. Welatî bi demsala havînê re berê xwe didin van zozanan û heta demsala payîzê li van zozanan dimînin. Welatî li zozanan bi gelemperî sewlakarî û karê meşvaniyê dikin. Li derdora zozanana jî çiyayên asê hene û di nava zozanan de jî çem derbas dibe. Zozan weke tabloyeke hemû xweşikiya xwe mirovan ji xwe re heyran dihelê.

Rengîniya xwezaya Çemê Karê

Zozan navê xwe li Çemê Karê digirê. Çem di nava çiya, giya û kulîlkan de xweşik diherikê û aramiyê li derdora xwe belav dike. Zozan bi kulîlkên zer, sor, mor, kesk û şîn xemilî ne û di nav çiyayan de weke tabloyeke xuya dike. Her wiha çemê şîn ku di nav zozanan de diherikê bala mirovan dikşîne û ji ber çavkaniya avê li vir zêde ye piranî welatî berê xwe didin zozanê Çemê Karê. Zozanê Çemê Karê berê bi mîhrîcanên xwe bi nav û deng bû. Lê 10 sal in bi hinceta “Ewlehiyê” mîhrîcan tê astengkirin. Her wiha gelek caran jî zozan ji welatiyan re hat qedexekirin û lê niha qedexeya li ser zozanan rabû ye û welatî berê xwe didin zozanan.

Welatiyan berê xwe danê zozanan

Bi hatina demsala havînê re welatiyan berê xwe danê çiya û zozanan. Zozanên Çemê Karê jî di vê demsalê de hembêza xwe li koçeran vedike. Zozan çandeke kevnar a Kurdistanê ye û ji berê vê welatiyan ji ber hewaya germ û sewalkariyê berê xwe danê zozanan. Ew çanda zozanan hê jî berdewam dike. Ji ber çavkaniya avê zêde ye û giya û xwezaya çemê Karê dewlemendê welatî berê xwe didin van zozanan û havîna xwe li vir derbas dikin. Welatî li van zozanan pêz xwedî dikin û karê mêşvaniyê dikin. Welatî heta meha payîzê li zozanan dimînin û piştre jî vêdigerin gund û bajaranên xwe.

Etîket: Çemê KarêHerekolêZozan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrîvanên Elkê berê xwe didin zozanan

Bêrîvanên Elkê berê xwe didin zozanan

20 HEZÎRAN 2025
Koçer li dijî modernîteya kapîtalîst çanda civakî diparêzin

Koçer li dijî modernîteya kapîtalîst çanda civakî diparêzin

27 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Gel daxwaza azadiya birêz Ocalan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azad Zal: Em tev li merasîma Cenazeyê Ehmed Huseynî bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûyera Havîn Aşkanê ne xwekujî ye cînayet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam demildest berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1026)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne