Colemêrg – Ciwanê bi navê Seyîtxan Pala yê 10 sal berê beşa endezyariyê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê qedandiye, ji ber bêkariyê li Colemêrgê pîşeya kal û pîran a mêşvaniyê dike.
Mêşevanî yek ji pîşeya herî kevn ên mirovahiyê ye ku îro jî li gelek deverên cîhanê tê kirin. Ev karê ku li zozanên bilind, di nav bêhna kulîlkan tê kirin, di hêla parastina ekolojiyê de jî pir girîng e. Li zozanên bilind û asê yên Colemêrgê, mêşvanî bi vîze vîze mêşan tê honandin. Ciwanê bi navê Seyîthan Pala piştî qedandina zanîngehê, ji ber polîtîkayên desthilatê yên bêkariyê û nebûna derfetan, berê xwe da pîşeya bav û kalan a mêşvaniyê. Seyîdxan ê ev deh sal in mêşvaniyê dike çavê xwe bi mêşan re vedike û bi wan re digire.
Berê xwe daye mêşvaniyê
Seyîtxan Pala deh sal berê beşa Endezyariya Înşaatê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê qedand lê belê kar peyda nekir. Seyîtxan Pala sedema vê rewşê wek bêderfetî û encama polîtîkayên desthilatê şîrove dike û berê xwe dide pîşeya bavê xwe mêşvaniyê. Seyîdxan Pala bal kişand ser şert û mercên pîşeya mêşvaniyê û got : “Mêşvan sibê saet di heft û nîv an jî heştan de radibe, berê xwe dide ser karê xwe û li rewşa mêşên xwe dinêre. Di nav kewarê de mêşên lawaz û yên bihêz hene, mêşên bihêz piştgiriyê didin mêşên lewaz da ku ew jî bi hêz bibin. Her wiha mêşvan hindirê kewarê jî ji gilêş û qirêjê paqij dike.”
‘Mêş ji germê hez dike’
Seyîtxan Pala diyar kir ku mêş ji sermayê hez nakinx divê cihê wan her tim germ be û wiha berdewam kir: “Em biharê cihê mêşan diguherînin. Payîzê jî em wan ji gundan dibin herêmên germ ên ku berf lê nabarîne. Heke cihê mêşê germ û xweş be, ew zêde dibin. Ji ber ku temenê mêşê 44 roj e, divê her tim mêşên nû çêbibin da ku nifşê wan kêm an jî xelas nebe.”
‘Hingivê heqîqî bê îlaç û bê şekir e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Seyîtxan Pala derbarê çêkirina hingivê heqîqî axivî û got : “Hingivê herî resen, hingivê berî û xêlêfka ye. Gava tu payîzê heta dawiyê destê xwe nedeyê, ew dibe hingivê heqîqî. Her wiha heke tu şekir û dermanên kîmyewî nedî mêşan, ew hingiv dibe derman û qalîteya wê bilind dibe.”
‘Nexweşiya herî xerab spih e’
Seyîtxan Pala destnîşan kir ku nexweşiya herî xerab a mêşan “spih (Varoa)” e û axaftina xwe wiha berdewam: “Spih wekî spihên serê mirovan û yên pez in. Gava dikeve nav mêşan, ewilî per û çengên wan dixwe, mêş pûç dibin û dimirin. Spih herî zêde di nav hestiyên mêşên nêr de xwe mezin dike û paşê li hemû kewarê belav dibe. Ji bo qedandina spihan, mêşvan dermanên fermî yên kîmyewî an jî rêbazên xwezayî û gihayên taybet bi kar tînin.”
‘Mêşek karker rojê serdana 2 hezar kulîlkan dike’
Seyîtxan Pala anî ziman ku di her kewarê de tenê makmêşek (mêşa keybanû) heye û got: “Makmêş dayika kewarê ye û her tim ferxan çêdike. Mêşên karker her tim li derve dixebitin, tozên kûlîlkan û nektarê tînin. Mêşek karker rojê serdana nêzî 2 hezar kulîlkan dike. Mêşên nêr kar nakin, tenê ji bo çêkirina ferxan bi makmêşê re dixebitin. Dema berhevkirina hingiv jî payîz e. Em hingivê zêde hildidin, lê em para mêşê jî tê de dihêlin. Li gorî hejmara mêşan, em di navbera 4 û 6 çîtan hingiv ji bo wan dihêlin da ku zivistanê birçî nemînin.”














