Amed – Zimanzan Zana Farqînî destnîşan kir ku gere dewlet dev ji polîtîkayên red, înkar û asîmilasyonê berde, rastiya civakê qebûl bike û got: “Ziman hilberîner, hilgir û vegûhêzerê çandê ye. Ziman xerca pêkhatina neteteweyî ye. Bi rêya çandê aîdîyetek, nasnameyek çêdibe.”
Sazî û dezgehên zimanê Kurdî îsal 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şiyara “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” gelek bername û çalakî li dar xistin. Nûnerên saziyan diyar kirin ku divê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî ne tenê karê saziyan be. Gere hemû rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, zimanzan civak ji bo mafê ziman têbikoşe. Yek ji kedkar û xemxurê zimanê Kurdî Zana Farqînî li ser girîngî û hişmendiya ziman, astengiyên li pêşiya Kurdî, erk û berpirsyariyên civakê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Divê Kurd bi xwebûna xwe bijîn’
Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku Komara Tirkiyeyê xwe li ser tekîtiyê ava kiriye û etnîsiteya Tirk ji xwe re esas girtiye, ziman, çand û nasnameya wê ji xwe re wek bingeh girtiye û got: “Ev siyaseta heta roja îro bi awayekî sîstematîk meşandiye. Ev sîstem sîstemeke monîst (yekperest) e, plûralîzm (pirrengî) ji xwe re esas negirtiye. Ji ber vê jî red, înkar û asîmilasyon heye. Îca a niha ji paradîgmayeke nû, ji qanûneke bingehîn ya nû tê behskirin. Pêvajoyek hatiye destpêkirin. Bi rastî jî heke paradîgmayeke nû bê avakirin, komar bibe komareke demokratîk gere ev paradîgma li gor sosyojojiya civakê, li gorî rastiya civakê be û hemû rengên civakê di destûra bingehîn de jî di paradîgmaya nû de jî bên dîtin û heqê wan ji wan bê vegerandin. Divê Kurd jî wek gel bên naskirin, ziman, çand û nasnameya wan bi her awayî; bêastengî, bêşert û şûrt bê qebûlkirin. Kurd jî bikaribin bi xwebûna xwe, bi hebûna xwe jiyana xwe berdewam bikin.”
‘Hişmendî biguhere çareserî hêsan e’
Zana Farqînî destnîşan kir ku gere dewlet dev ji polîtîkayên red, înkar û asîmilasyonê berde, rastiya civakê qebûl bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê Kurdî wekî zimanekî bê dîtin, divê Kurdî bibe zimanekî fermî û xwedî statu. Her wiha perwerdeya bi zimanê dayikê were qebûlkirin. Ev êdî mijara samimiyetê ye. Ku mirov ji dil bixwaze guherînan pêk bîne tiştên din teferûat in. Bi teknîk in, mirov dikare îja li ser teknîka van tiştan bisekine, li ser teferûatan bisekine, li ser tecrubeya dinyayê bisekine, bê li dunyayê çi qewimîn, çi bûn. Miletên dinê ku pirsgirêkên wan yên neteweyî, nasnameyî û çandî hebûn bi kîjan rê û rêbazê ew çareser kirin. Taybetmendiyên me çi ne, mirov wan berçavan bigire, ev êdî weke ku me got dimîne xala dawîyê û li ser vê êdî gav tên avêtin. Bi muzakereya, bi dan û stendin, dîyalogan ev tên çareserkirin. Çareserkirina destpêkê çi ye, mirov xwediyê heq nasbike û heq li xwedî vegerîne.”
‘Ziman netewê dike netew’
Zana Farqînî bi lêv kir ku dema behsa rewşa ziman, yan jî behsa statu û perwerdeya bi zimanê dayikê dike, her tim bale dikişîne ser du aliyên têkoşînê û got: “Alîyekê ji bo guhertina sîstema heyî ku ew qanûnên xwe biguherîne, xwe demokratîze bike. Alîyê din jî gelê Kurd şerekî xwe yê navxweyî bide di van waran de. Hişmendiyekê çêbike, li xwe vegere, li eslê xwe vegere, li nirxên xwe xwedî derkeve. Ez ziman tu carî wekî amûreke dan û stendinê ya têgihîştina ji hev û du fêm nakim. Elbet ziman jî yek ji amûrên ragihandinê ye ku mirov bi rêya ziman ji hev û du fehm dikin. Lê gava ku em li ziman, li terîfa ziman, li giringîya ziman dinêrin û li sedemên ku çima ziman têne qedexe kirin, çima dewletên serdest bi taybetî yên ku bi awayekî netewdewlet sazbûne serî li rêyên asîmîlasyonîst didin, dikolin li serê hûr dibin, em dibînin ku xerca pêkhatina netewî ye.”
‘Ziman hilberîner, hilgir û vegûhêzerê çandê ye’
Zana Farqînî bal kişand ser giringiya ziman û axaftina xwe wiha domand: “Ziman hilberîner, hilgir û vegûhêzerê çandê ye. Bi rêya çandê aîdîyetek, nasnameyek çêdibe. Elbet ziman jî yek ji hêmanên girîng ên çandê ye, lê yê ku çandê veduguhêze nifşên nû û dike ku nifşên nû ji raboriyê agahdar bibe û li gorî vê yekê jî sibêroja xwe, ayendeya xwe, pêşeroja xwe diyar bike û bi vê xercê re dan û stendina têkilîyeke xurt deyne. Ziman ji ber vê yekê girîng e. Ku zimanek ji holê bê hilanîn, dê dû vê yekê hêdî hêdî sê nifş şûn de endamên koma wî zimanê asîmîle dibin. Êdî ji rehên xwe, ji rîşalên xwe, ji kok û eslê xwe dûr dikevin û xwe wekî endamên koma zimanê serdest, zimanê serwer dibinin. Bi wê çandê tên gihîştin, bi wê feraseta ku têne perwerdekirin bi şûn de jî şeklekî din digirin û êdî xwe ji wê çanda serdest, ji wê nasnameya serdest dihesibînin, ji ya xwe dûr dikevin.”
‘Kesê asîmile dibe, dibe neyarê xwe’
Zana Farqînî bal kişand ser wateya asîmilasyonê û got: “Asîmilasyon jî ne tenê ji destdayina ziman e. Asîmilasyon derb lêdana hişmendiya wan kesan e jî. Kesê ku asimile dibe ji xwe dûr dikeve, heta dibe neyarê xwe. Xweziya xwe ne bi çand, ziman, nasname û dîroka xwe tîne, bi ya serdestê xwe tîne, bi ya serdestê xwe pesnê xwe dide. Divê Kurd qet nebe bi giranî bi zimanê xwe bidin û bistînin, bi zimanê xwe siyasete bikini bi zimanê xwe dewa maf û azadiên xwe bikin, bi zimanê xwe hilberînê bikin. Zimanek ku neye bikaranîn hêdî hêdî qels dibe û li dijî zimanê serdest nikare hebûna xwe biparêze. Tiştê xwe yê heyî jî ji dest dide. Wê deme bi mirovê bindest re kompleksek jî çêdibe û dibêje; ‘ji xwe zimanê min bi kêrî tiştekî nayê, bi zimanê min perwerde nabe, zanist nayê hilberandin.’ Ji xwe serdest jî dixwazin vê hişmendiyê di wan însanan de bidin avakirin.”
‘Hucreyên kesên pirziman zêdetir zindî ne’
Zana Farqînî herî dawiyê behsa xebatên zanistî kir û ev yek anîn ziman: “Xebatên pedagojîk didin nîşandayîn ku kesên pirzimanî hem di aliye perwerdeyê de hem jî di aliyê sosyolojik de, di dersên xwe de ji kesên yekzimanî serketîtir in. Ji kesên cuda re, ji bîr û baweriyên cuda re bêtir xwedî musamaha ne. Bi kesên din re xweştir didin û distînin. Bi civakê re lihevhatî ne. Dibêjin kesên ku pirzimanî ne hucreyên mêjiyê wan zêdetir zindî dimînin. Kesên ku yekzimanin him ji aliyê tenduristiya mêjî ve him jî ji aliyê çanda demokrasiyê ve ji kesên pirzaman paşketîtir in. Lazim e em vê hişmendiyê bi xwe û gele xwe bi awayekî xurt bidin zanîn, fêmkirin. Bila dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bidin û bistînin. Bi taybetî banga min ji kesên xwende, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar re ye. Kesên ku ji vî gelî re serkêşiyê, pêşangtiyê, rêberiyê dikin ji bîr nekin ku hûn ji bo gel mînak û model in. Divê hûn di her warî de bi nasname, bi çand, sembol û nîşaneyên gele xwe bi gele xwe re bin.”