Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li bajarê Minbicê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê Xwaringeha Şehbender Elî Cemal El Şêxanî El Nîfî li pêş xwaringehê qetil kir.
Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê xwediyê Xwaringeha Şehbender Elî Cemal El Şêxanî El Nîfî li Minbicê qetil kir. Çeteyan li dijî xelkê herêmê li pêş çavên hêzên navneteweyî komkujiyan pêk tînin.
Li aliyê din îro bi tevlîbûn saziyên navnetewî û koalisyona dijî DAIŞê 10 otobus û 6 ambulans ber bi Minbicê ve derketin rê. Lê dema karwan gihîşt Pira Qereqozaq li aliyê din ê pirê, komên çeteyan karwan asteng kir. Komên çeteyan bi hincetên cuda nehiştin karwan derbas bibe.