• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rizgar Roşanî: PJAK dixwaze hemû gelên Îranê biparêze

Veysel Avci /AW

25 HEZÎRAN 2025 - 08:40
Kategorî: CÎHAN, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Çalakvan û analîstê siyasî Rizgar Roşanî li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê rawestiya û got: “Şerê Îsraîl û îranê bandorê li ser hemû gelên Îranê dike. Şer bi xwe re qeyrana siyasî û civakî pêş dixe. PJAK di vî şerî de dixwaze nûnertiya hemû gelan bike û hemû gelan di bin sîwanekê de kom bike.”

Şerê Îran û Îsraîlê di 13yê Hezîrana 2025an de bi fuzeyan dest pê kir. Destpêka rastîn ya rageşiya di navbera her du welatan de bi hilweşandina rejîma Şah Riza Pehlewî destpê kir. Di 14yê Gulana 1948an de, David Ben-Gurion, bi sifeta seroktiyê, îlankirina serxwebûna Îsraîlê ragihand. Piştî îlankirina dewleta Îsraîlê li Rojhilata Navîn rûpelek nû vebû. Dewletên Ereb bertek nîşanî vê îlankirina dewletê dan, lê salek şûnde Netewên Yekbûyî (NY) dewleta Îsraîlê nas kir û sal bi sal hêz dan wê. Dema Îsraîl hate avakirin Şah Riza Pehlewî desthilatê Îranê bû. Îro di navbera Îran û Îsraîlê de 12 roj in şer didome. Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê jî di 24ê Hezîranê de êrîşî tesîsên çekên Nuleerê kirin û beşdarî şer bû. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bi êrîşên fuzeyan didome.

Têtildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de Çalakvan û analîstê siyasî Rizgar Roşanî anî ziman ku di esasê xwe de şer çend sal berê dest pê kiriye û got: “Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di esasê xwe de çend sal berê dest pê kiribû. Îranê dixwest bi komên xwe yên li Iraq û herêmê mudaxaleyî Îsraîlê bike û Îsraîlê lawaz bike. Geşedanên ku niha li Îranê pêk tê, nîşan dide ku li Rojhilata Navîn guhertinek nû çê dibe. Rûdanên nû li Rojhilata Navîn pêş dikevin. Ev şerê li herêmê pêş dikeve nîşan dide ku tê xwestin guhertineke nû li Rojhilata Navîn pêş bixin.”

Îsraîl û DYA dixwazin rejîma Îranê biguherînin

Rizgar Roşanî, da zanîn ku di armanca şerê Îsraîlê yê li dijî Îranê de du sanaryo hene û got: “Yek; Îsraîl û Amarîka bi van êrîşên li dijî Îranê, dixwaze Îranê lawaz bike. Dixwaze di aliyê çekan û parastinê de Îranê lawaz bike. Dixwaze moşekên ku Îranê ji bo xwe çêkirine, tenê ji bo parastina xwe bikar bîne. Her çend di van êrîşan de gelek fermandarên leşkerî hatin kuştin jî Îsraîl û Amarîka dixwaze hikûmeta Alî Hamaney biguherîne. Eger Îsraîl û Amarîka di vê planê de bi ser ketin, dê serweriya xwe li Rojhilata Navîn pêş bixin. Na eger bi ser neketin, dixwazin dewletê biguherînin. Mînakê vê yekê li Afganîstanê û herêmên din hene. Di vî şerî de eger millet piştgiriya şer neke, dewlet encam nagire. Di vir de Îsraîl dixwaze dewletê û millet ji hev qut bike. Dixwaze millet têkeve hundirên xwe û karibe bi hêsanî êrîşan bike û rejîma Îranê biguherîne.”

Dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve xêz bikin

Rizgar Roşanî da zanîn ku ev şerê bi salan didome û wiha lê zêde kir: “Li ser esasê guhertina Rojhilata Navîn e. Dixwazin ji nûve Rojhilata Navîn biguherînin.”

Rizgar Roşanî bal kişand ser bandora şer a li ser gel û wiha got: “Ev şer bandorê li ser çarenûsa gelan dike. Gelê Kurd di jiyana rojane de gelek zor û zahmetî dijîn. Dîsa hemû gelên di bin desthilatdariya Rejîmê de ye daxwazên wan ên siyasî hene. Li vir qeyraneke miroavî û civakî heye. Gel li ir siyaseteke demokratîk dixwaze. Li vir erk dikeve ser partiyên siyasî. Amarîka û Îsraîl eger di plana duyemîn de rejîmê biguherînin, wê demê divê wekî alternatif rejîmeke nû ava bikin. Hikûmeta nû ku li Tahranê ava bikin jî divê li gorî siyaseta wan be. Li vir eger gelê kurd xwe bi hêz û rêxistin neke, dibe ku di sedsaleke din de jî bê statu bijî.”

Rizgar Roşanî li ser hewldan û rêxistina PJAKê jî rawestiya û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê çend partiyên sereke hene. Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) ji roja hatiye avakirin heta niha, dibêje bi bo gelên rojhilatê Kurdistanê pêwiste em hemû partî xebateke hevpar bikin. lê ev hewldana wan heta pêk nehatiye. Daxwazeke PJAKê hebû. Dixwest ji bo hemû gelan pêwistî bi xebateke hevpar û hevbeş heye. Lê heta niha li ser vê daxwazê ji partiyên din ên rojhilat tu gav nehatiye avêtin. PJAK li aliyekî ji bo yekîtiyê xebatên wan hene. Disa din ava planên PJAKê de planên parastina gelên din û herêmên din jî hene. Ku derfet bê dayîn PJAK dikare herêmên din jî biparêze.”

Divê gel bê parastin

Rizgar Roşanî bal kişand ser encama şer û wiha got: “Eger DYA û Îsraîl karibin Îranê teslîm bigirin, wê demê dê Îsraîl û DYA bi hêsanî li herêmê xwe bi cih bigin. Lê di aliyê hundir de li Îranê gelek kes tên girtin. Bi hinceta wan alîkarî dane Îsraîlê gelek mirov têne girtin. Bi van girtinan dixwaze piştgiriya ji bo Îsraîl û DYAyê lawaz bike. Dixwaze civakê ji dewletê qut bike û planên xwe yên li herêmê berdewam bike.
Eger Îran neyê guhertin dixwaze civakê bi girtin, binçavkirin û tundiyê bedeng bike û temenê xwe 30-40 salên din dirêj bike. Na eger Îsraîl bi ser bikeve û rejîma îranê biguhere, divê çend netew hebin hemû bên naskirin û her yek li gorî xweseriya xwe karibe xwe bi rêve bibe. Ji bo gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de bigêje encamê divê em gelê xwe biparêzin. Lê çapemeniya desthilat dixwaze dîsa hêzên berê û dîktatoriya berê li îranê derxin pêş û wekî alternatif pêşkêşî civakê bike. Lê civak li dijî van plan û lîstikan lawaz e û divê vê yekê li îranê qebûl nekin.”

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

4 GULAN 2026
DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

4 GULAN 2026
Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

4 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026
Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

4 GULAN 2026
Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (84)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne