Komîteya Konseya Ewropayê ragihand ku dê di meha îlonê de bi rojeva “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan bicive.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand ku dê di îlona 2025an de bi rojeva “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive. Komîteyê daxuyand ku di civîna xwe ya 12ê hezîranê de rojeva bi navê “Koma Gurban” li lîsteya rojeva civîna di meha îlonê de zêde kiriye. Dê komîte di vê çarçoveyê de ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, binirxîne ka Tirkiyeyê berpirsyartiyên xwe bi cih aniye yan na.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ragirtina kesekî/ê ya bêyî mafê berdana bişert a heta dawiya emrê xwe di girtîhê de, weke binpêkirina “Qedexeya îşkence û miameleya xerab” a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl dike. Di vê çarçoveyê de, di 18ê adara 2014an de ji bo Abdullah Ocalan biryara “binpêkirina mafê hêviyê” da. DMMEyê, ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo bikaranîna “Mafê hêviyê”, di qanûnên xwe de sererastkirinan bike. DMMEyê, ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî heman biryar da. Lêbelê tevî bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî heta niha Tirkiyeyê têkildarî biryara “binpêkirinê” tu gav neavêtiye.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 9ê tebaxa 2022yan de bi daxwaza ku biryara DMMEyê were cîbicîkirin, serî li Komîteya Wezîran da. Tirkiyeyê, li dijî serlêdanê bersiv da û got: “Berdana bişert a girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn pêkan e lêbelê hinek sûcên îstîsnaî ji vê dibêtiyê bêpar hatine hiştin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di civîna xwe ya 17-19ê îlona 2024an de cara ewil biryarên binpêkirinê yên DMMEyê xist rojeva xwe.
Nûnerên komîteyê, biryara binpêkirinê ya bi sernavê “Koma Gurban/Tirkiye”yê xist rojeva xwe. Nûnerên komîteyê, biryarên binpêkirinê yên DMMEyê yên têkildarî cezayê muebbeda girankirî bi bîr xist. Nûneran, bi awayekî yekser nebe jî qala “muafgirtina” kesên di koma behsa xeberê de cih digirin (Abdullah Ocalan jî di nav de) kir. Di biryarê de wiha hate gotin: “ (…) nabe ku nûveyeke binpêkirinê ya bi vî rengî, weke dibêtiya berdana di demekê nêz de were fêmkirin. Lêbelê meqamên neteweyî di çarçoveya standartên dadgeha neteweyî diyarkirî de pêwîst dibîne ku ji bo her kesî mekanîzmayeke lêkolînê were vekirin. Ev yek hatiye bibîrxistin.”
Di beşa “Têkildarî tevdîrên giştî de” ev 4 xal hatin rêzkirin:
* Bicihanîna van biryaran dê bike ku cezayê hefsê yê kesên muebbeda girankirî piştî demên asgarî jinûve bên nirxandin. Ji bilî rewşa ku kesên muebbeda girankirî yên hêj mercên cezakirin û pêximkeriyê bi cih ne anîn û ji bo civakê hêj xetere, dê ji bo avakirina mekanîzmayên ku dibêtiya berdanê pêşkeş dike rê veke. Ji bo vê jî hewcehî bi qanûnan û tevdîrên guncav hene û ev yek hatiye bibîrxistin.
* Ji bo cîbicîkirina vê armancê tu pêşketin çênebûne û ji ber vê rewşê jî fikareke mezin heye. Bi awayekî xurt hate teşwîqkirin ku rayedar, ji tecrûbeyên mekanîzmayên di vê mijarê de yên dewletên endam sûdê bigirin û demek beriya demekî tevdîrên pêwîst bigirin.
* Careke din bang li rayedaran kir ku têkildarî hejmara kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn û yên bêyî ku rewşa wan were nirxandin hêj girtî ne, agahiyan bide.
* Biryar hate dayin ku ev kom (Koma Gurban) di civîna îlona 2025an de careke din were lêkolînkirin. Pirsgirêkên têkildarî vê komê ev demekî dirêje berdewam dikin û bi agahiyên heyî re pêşketin kêm e. Di vê çarçoveyê de; heke heta wê dîrokê pêşketineke şênber a ku derfetê dide nirxandineke erênî çênebe, ferman ji Sekreteryayê re hate dayin ku pêşnûmeya biryara navberê amade bike.