Serokomarê Iraqê Nîzar Amêdî da zanîn ku ew helwest û gavên ku di civîna Çarçoveya Hemahengiyê de ji bo xurtkirina desthilatdariya hikûmetê, xurtkirina serweriya welat û kontrolkirina çekan di destê hikûmetê de hatine avêtin, bi germî pêşwazî dikin.
Serokomarê Iraqê Nîzar Amêdî li ser gavên ku Çarçoveya Hemahengiyê û Esayîb Ehlî Heq ji bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de avêtine, daxuyaniyek da. Amêdî di daxuyaniyekê de wiha got, “Em helwest û gavên ku di civîna Çarçoveya Hemahengiyê de hatine avêtin ku piştgirî didin xurtkirina desthilatdariya dewletê, pêşwazî dikin.”
Têkildarî pêngava Esayîb Ehlî Heq a di pêşengiya Qeys Xezelî de ku biryar da ji Heşdî Şeebî veqete û çekan radestî desthilata dewletê bike, Nizar Amêdî wiha got; “Her wiha em pêşwaziyê li înîsiyatîfa Sekreterê Giştî yê Esayib Ehlî Heq Qeys Xezelî dikin, ji bo qutkirina têkiliyên xwe bi hêzên Heşdî Şeebî re, tekezî li ser prensîba yekdestdariya dewletê li ser bikaranîna hêzê, li gorî destûr û qanûnê, dikin.”
Her wisa Serokomarê Iraqê Amêdî tekez kir ku hêz û rûmeta dewletê di saziyên wê yên destûrî û yasayî de diyar dibe û got; “Her gavek ku beşdarî piştgiriya vê xebatê dibe, di heman demê de xurtkirina dewletbûnê û serweriya hiqûqê temsîl dike û li gorî bendên destûrê, qanûnên derbasdar û rêbernameyên olî yên bilind, di bin baweriya welatiyan bi saziyên wan de ye.”













