• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan

Navenda Nûçeyan /AW

29 HEZÎRAN 2025 - 08:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Heval Dilbihar bi minasebeta 100emin salvegera Şêx Seîd di Rojnameya Xwebûnê de gotarek girt dest û got: “Giyan û armanca bingehîn a vê serhildanê, parastina xet, bext, xîret, rûmet û nirxên neteweya kurd û mirovahiyê yên herî XWE-zayî, hebûnî, XWE-bûnî, gerdûnî, dîrokî, civakî û jiyanî ne.”

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Heval Dilbihar bi sernavê “Hikmet û Heqîqeta Şêx Seîdan” gotarek di malpera Rojnameya Xwebûnê de parve kir. Nivîskar Heval Dilbihar di gotara xwe de destnîşan dike ku giyan û armanca bingehîn a serhildana Şêx Seîd, parastina xet, bext, xîret, rûmet û nirxên neteweya kurd û mirovahiyê yên herî XWE-zayî, hebûnî, XWE-bûnî, gerdûnî, dîrokî, civakî û jiyanî ne.

Nivîsa Heval Dilbihar ku bi helbestê dest pê dike, bi vî rengî ye:

EM ji bîr nakin wan sêdaran
EM ji bîr nakin wan xwînxwaran
Hezar sal jî li ser bibore
EM ji bîr nakin wan neyaran

EM ji bîr nakin Şêx Seîdan
WAN paqrewan û WAN şehîdan
EW tim tîrêjên roja ME ne
Bi WAN serfiraz e KURDISTAN

Di dîroka mirovahiyê de, hemû kes û derdorên ku li dijî zilm, zordarî û hovîtiyan, ji bo parastina hemû nirxên XWE yên hebûnî û XWEbûnî bêtirs û xof, bi awayekî wêrek, lehengane û canbexşane têkoşiyane, ji ber gelek sedeman bi ser nekevin û di encamê de ji aliyê fîzîkî ve bi kîjan awayî bên qirkirin jî, giyanê wan tu car namire û ew nayên jibîrkirin; ew bi awayekî giyanşad û serfiraz di bext û bîr û hiş û dilê civak û mirovahiyê de cihê xwe digirin. Hinek ji wan kesan ji civak û mirovahiyê re rasterast dibin bext, bîr, hiş û dil bi xwe; ji siberoja civakê re wek çavkanî û mîrateyeke bingehîn a têkoşînê dimînin; ji bo têkoşîna azadiya civak û mirovahiyê dibin hêz û çavkaniya heqîqet, hikmet, keramet, manewiyat, rêwişt, vejen, ronahî, bawerî, hêvî û rênaşînderiyê.
Hikmet û heqîqeta bingehîn a serhildana Şêx Seîd ku sed sal beriya niha pêk hatibû jî ev e. Ev rastî, li dijî hovîtiyên pergaleke hov a ku hewl dida ku neteweya kurd bibişîvîne, bihelîne, qir bike û hemû nirxên wê ji holê rake têkoşîna XWEparastin, hebûnparastin û XWEBÛNparastinê ye; têkoşîna parastina nirxên herî bingehîn, xwemalî û jêneger ên neteweya kurd e, têkoşîna hebûn û tunebûn, man û nemana neteweyî, civakî û dîrokî ye.

‘KURDhildan’ / ‘MIROVAHÎhildan’

Li ser bingeha vê rastiyê; serhildana Şêx Seîdê nemir “ji serhildanekê gelek wêdetir e”, li dijî kurdkujî û mirovahîkujiyê ‘KURDHILDAN’ û MIROVAHÎHILDAN’ek e…
Herwiha, darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî parçeyek ji kurdkujiyê ye; parçeyek ji mirovahîkujiyê ye, parçeyek ji hewldanên jiholêrakirina KURD, KURDÎ, KURDISTAN û hemû nirxên kurdbûn û mirovbûna XWE-bûnparêz, azad û serfiraz e. Ji ber vê rastiyê ye ku, di nava xwe de çiqas êş û kul û dilsotîneriyên kûr û hûr bihewîne jî, giyanê serhildana Şêx Seîdan, nav û nişan, bîr û mîrateyeke têkoşîna azadiya neteweya kurd û mirovahiyê ya XWEBÛNî û gerdûnî ye û dê her wisa bimîne.
Ev serhildan di gehwera xwe de, daxwazên rizgarî û azadiya kurd, Kurdistan û hemû nirxên bingehîn ên neteweya kurd dihewîne. Giyan û armanca bingehîn a vê serhildanê, parastina xet, bext, xîret, rûmet û nirxên neteweya kurd û mirovahiyê yên herî XWE-zayî, hebûnî, XWE-bûnî, gerdûnî, dîrokî, civakî û jiyanî ne. Ev yek di hemû merheleyên serhildanê de xwe bi awayekî herî zelal dide der. Kêmasî, nebesî û xeletiyên ku di hemû merheleyên serhildanê de rû dane bi tu awayî vê rastiyê qasî misqalekê ji holê ranake; ku di hemû têkoşînên neteweyî û civakî de kêm zêde kêmasî, nebesî û xeletiyên cur bi cur rû dane û ev yek tiştekî ‘xwezayî’ ye.
Herwiha rastiyeke dîrokî ye ku gelek têkoşîn û serhildanên neteweyî û civakî yên herî mafdar û rewa, ji ber gelek şert û merc û sedemên derveyî xwe û navxweyî -sed heyf û mixabin- bi ser neketine û bi awayekî hovane û dilsotîner hatine tepisandin, serhildêr û civaka wan rastî tevkujiyên herî hovane hatine. Ya girîng ew e ku, tevgerên serhildan û têkoşînên ku piştî wan pêk tên bi rengekî herî rast û zanistî, bi awayekî herî wêrek; li gel xwedîlêderketina mîrateya wan, kêmasî, nebesî û xeletiyên ku di wan serhildan û têkoşînan de de rû dane bibînin, binirxînin, bidahûrînin û encamên herî rast jê derxînin û li gor wê rastiyê tevbigerin; da ku ew jî ligel ewqas lehengî û berdêlên bêhempa bi heman rengî neyên tepisandin û rastî heman tevkujî û hovîtiyan neyên.

‘TOLhildan’a dîrokî

Bêguman, bibîranîn û xwedîlêderketina herî rast û dilsoz a bîr, hiş, giyan, şiyan, viyan, armanc û mîrateya dîrokî ya Şêx Seîdê nemir, hevalên wî û bi hezaran cangoriyên kurd ên azadiyê û mirovahiyê, bi bîr, bawerî, vîndarî, biryardarî, wêrekî û xwebexşiyeke sînornenas û şoreşger, di her şert û mercan de, li her qadê û ji her milî ve bi rengekî herî rast, şênber, domdar û encamgir bilindkirin, berfirehkirin û biserxistina têkoşîna parastina nirxên dîrokî, civakî, XAKî, MAKî, neteweyî, nasnameyî, zimanî, çandî, exlaqî, polîtîk ên hebûnparêz, XWEBÛNsaz û azadîrês ên kurdbûn û mirovbûna azad e. Ev yek jî, bi avakirina Kurdistaneke azad û demokratik a ji her milî ve pêkan e, ku ne hêzên dagirker ên biyanî tê de serdest, zordar, desthilatdar, mêtinger û hov bin, ne jî ‘hêzên kurd’ ên mêtinger, koledar, kedxwar, zordar, serdest, olîgarşîk, monarşîk, otokratîk, xweperest û XWEkuj…
Kurdistaneke azad û demokratîk jî, ancax dikare bi komên gel ên ku giyanê civakî, XWEbûnî û gerdûnî yê Şêx Seîdan û bi deh hezaran egîd û şehîdan, di her şane, henase, gav û xwehilavêtina dilê XWE de hîs dikin û dijîn û bi ramanpergela neteweya demokratîk a XWEbûnsaz, civakparêz, azadîrês û mirovahîperwer bê avakirin. Divê neteweya kurd XWE wek komên XWEbûnsaz, civakparêz, azadîrês, demokrasîhon û mirovahîperwer li her şane, gav û bihosteke axa Kurdistanê û cîhanê, ji her milî ve bi rêxistin bike, vehone; teşiya XWE birêse, tevnê XWE raçîne, tora XWE saz bike, destarê XWE bigerîne, pergal û mekanîzmayên yekîtiya xwe ya neteweyî û navneteweyî ya XWEbûnî, GERdûnî, civakî, azad û demokratîk ava bike, ji her alî ve û li her qadê ban û sîwanên hemû hêzên xwe yên yekbûyî ava bike, KURD û Kurdistanê ji her milî ve ji destê ‘dagirker, metinger, zordar û koledarên biyanî û xwecihî’ rizgar û azad bike.
Em wek neviyên Şêx Seîdê nemir, gotina wî ya “Bêguman, neviyên min dê TOLa min hilînin’ ku di sêdarê de, bi lehengiyeke dîrokî, ji ‘celad’an re gotibû û bi awirên xwe yên bêtirs wek KURDegurzekê dîrokî li serê wan daweşandibû tenê dikarin wisa pêk bînin û heqê wî û bi hezaran cangoriyan wisa li XWE helal bikin.
Ne sed sal, ne sed car

Belê; EM kurdên XWEparêz, bi dehan sal in bi awayekî bênavber û bêhempa, têkoşîna ‘TOLhildan’a nemir Şêx Seîdan û bi hezaran cangoriyên Kurdistan û mirovahiya azad didin û çi bibe bila bibe EM ê wê têkoşînê bi giyanê raz û gehwer û hikmet û keramet û heqîqeta XAK û MAKa XWE, bi serketin û serfiraziyê tacîdar bikin û SERê wan ên ku li sêdarên herî hov, li ber ‘celadên herî hov’ XWE netewendibûn rakin esmanê azadî û mirovahiyê; bi vî awayî rêzdariya xwe ya ji bo wan teqez û tekûz bikin…
Û EM ê careke din bi HEV re, li hemû cîhanê bidin zanîn ku; EW nemirin, EW namirin, EW her û her nemir in; EW jiyan, EW dijîn, EW ê her û her bijîn. EM ê careke din bi HEV re bidin zanîn ku, ME EW ji bîr nekirin, EM WAN ji bîr nakin û EM ê tu caran WAN ji bîr nekin; EW bi ME re jiyan û ME EW dan jiyîn, EW bi ME re dijîn û EM ê WAN didin jiyîn, EW ê her û her bi ME re bijîn û EM ê her û her WAN bidin jiyîn. Ne ku sed sal, bi milyonan sed hezar sal biborin jî…
Belê EW EM in, EM EW in, EW û EM HEV û XWE ne. Ma kê kariye û kî dikare ‘HEV’ên ku ‘XWE’ ne û ‘XWE’yên ku ‘HEV’ in tune bike!?…
Ey ŞÊX SEÎD û hemû cangoriyên nemir ên KURDISTAN û MIROVAHIyê! EM neviyên we bi WE SERbilind û GIYANfiraz in, ji esmanê heftan bilindtir û firaztir; ne sed caran, bi milyonan sed hezar caran…
Bi rêzdarî û minetdariyeke bêdawî; ne sed caran, bi milyonan sed hezar caran…

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

29 HEZÎRAN 2026
Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe

Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe

29 HEZÎRAN 2026
‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

29 HEZÎRAN 2026
Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

29 HEZÎRAN 2026
Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

29 HEZÎRAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (793)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne