Heyeta KNKê di çarçoveya karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekîtiya navbera partiyên siyasî de bi PJAKê re hevdîtin kir.
Heyetek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) doh bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re hevdîtinek kir.
Heyeta KNKê ya ji Zeynep Mustafa, Dr. Şêrko Heme Emîn, Nesrîn Ahmed û Şoreş Xidir pêk tê ji aliyê endamên Desteya Rêveberiyê ya PJAKê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn, bûyerên dawî, xurtkirina yekîtiya neteweyî û helwesta hevpar a partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê hate nirxandin.