Bedlîs – Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi konserên Kadîr Çat û Rojda bi dawî bû.
Şaredariya Tetwanê û Sanatça Organîzasyonê bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” 57emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê li dar xist. Mîhrîcan 16 rojan berdewam kir û ji bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê û ji Tirkiyeyê gelek hunermend tevli mîhrîcanê bûn. Her wiha di mîhrîcanê de bernameyên zarokan, panel û gotûbêj jî hatin lidarxistin. Îşev roja dawî ya mîhrîcanê bû û hunermendên Kurd Kadîr Çat û Rojda konser dan. Bi dehhezaran kesan ji bo guhdarkirina hunermendan qeraxa Gola Wanê tije kirin û eleqeyeke mezin nîşan dan.
‘Aştî bi saya Abdullah Ocalan pêk tê’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di destpêka konserê de axivî û diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin. Neslîhan Şedal, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” dixwaze êdî li ser vê erdnîgariyê şer çênebin û got: “Êdî bila rêya siyaseta Demokratîk bê vekirin û çareseriya destûrî çêbe. Bila herkes li ser vê erdnîgariyê bi awayekî azad bijî. Duh komeke Tevgara Azadiyê çekên xwe şewitandin û xwedî li banga Birêz Ocalan derketin. Em ji vir, ji ber ku xizmet ji bo aştiyê kirine, silav dişînin. Em silavekê jî ji bo hevalên xwe yên di girtîgehan de dijîn. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gotibû ku ev bangawazî wê bi pêşengtiya ciwan û jinan bibe civakî. Ji ber vê yekê divê em jin û ciwan xwedîderketineke mezin deynin holê û li her qadên jiyanê belav bikin. Heke îro em behsa aştiyê bikin û xwesteka aştiyê mezin bibe saya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.”
Piştî axaftinê hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe gotin. Kadîr Çat jî, behsa pêvajoya aştiyê kir û silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Piştre hunermend Rojda derket ser dikê û bi deng û awazê xwe dilê Tetwaniyan geş kir.
Piştî konsera Rojdayê mîhrîcan bi dawî bû.